18:38 27 Gulan 2017
Zindî
    Çekdarên DAÎŞ

    ŞINGAL- Di nava 24 saetan de 16 xanî teqandine

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1501

    Çekdarên rêxistina DAIŞê li Şingalê dest bi teqandina xaniyên welatiyan kirine û di nava 24 saetên borî de 16 xanî teqandine.

    Fermandarê hêza bejayî yê Pêşmerge, Eqîd Îsa Zêweyî ji Rûdawê re ragihand `di nava 24 saetên borî de, çekdarên DAIŞê 16 xaniyên welatiyan li Şingalê

    teqandine û piraniya wan xaniyan li taxa Nesre ne.`

    Zêweyî got ku: `Ev demek e ku DAIŞ nema kare li ber xwe bide û pir bêhêz bûye, herwiha êrişên wan pir kêm bûne, lewma dibe ku teqandina wan xaniyan ji ber

    bêhêviyê be.`

    Operasyona rizgarina Şingalê bi sefermandaniya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî 17ê Berfenbarê dest pê kiribû. Hêzên kurdî 17-18ê Berfenbarê

    gihîştibûn Şingalê.

    Hêzên kurdî 17 û 18 Berfenbara par Zûmar û tevahiya gundên wê yên başûr rizgar kirin û xwe gihandin Çiyayê Şingalê.

    Bi heman mijarî:

    ŞINGAL- Şerê kolanan
    Şingal- Pêşmerge û YPGê li wan dixin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de