16:26 21 Çile 2017
Zindî
    Gotebêjên Cenêvê

    Kurd bi 2 şandên cuda tevlî Cenêv-3 dibin

    © Sputnik/ Mikhail Voskresenskiy
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1501

    Hevdîtinên Cenêv-3 jibo çareserkirina krîza Sûriyê sibe li Cenêvê dest pê dikin û kurd jî bi 2 şandên cuda tevlî wan hevdîtinan dibin.

    Endamê desteya siyasî ya Îtilafa Sûriyê Fûad Elîko ji Rûdawê re ragihand ku desteya siyasî ya Îtilafê ligel çend kesayetiyên dijbereya Sûriyê wê beşdarî wan hevdîtinan bibin.

    Elîko got ji kurdên nav Îtilafê, ew û Selah Derwîş wê nûneratiya kurdan bikin. Her weha, Elîko got ku ewê pabendbûna xwe bi rêkeftina ENKSê bi Îtilafê re tekez bikin.

    Di rêkeftina ENKSê ligel Îtilafê de tê gotin  ku kurd beşekî sereke ji Sûriyê ne û divê îtirafeke destûrî bi kurdan li Sûriya pêşerojê bê kirin. Herwiha divê siyasetên li dijî kurdan li Sûriyê werin rakirin û navê `Komara Sûriye ya Erebî  `bibe "Komara Sûriye`.

    Li gorî zanyariyên Rûdawê şandeke din jî ji kurdan bi navê Xweseriya Demokratîk wê beşdarî hevdîtinên Cenêv 3yê bibe û wê projeya xwe ya `Demokratîkirina Sûriyê` pêşkêş bike.

    Hevdîtinên Cenêv-3 tenê ji bo şêwirandinê ne û têde wê De Mistura bi aliyên cuda yên Sûriyê re bicive û piştre wê rapora xwe ya dawî ji bo çareserkirina

    krîza Sûriyê berî 30 Hezîranê pêşkêşî Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yegirtî Ban Ki Mûn bike. 


    Etîketan:
    Kurdistan, Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de