05:36 22 Cotmeh 2017
Zindî
    PKK-Qendil

    PKK dest ji kongreya çekdanînê berda ye

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 2501

    Berpirsekî payebilind ê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ragihand ku wan, dest ji kongreyê çekdanînê berdaye û wekî sedem jî daxuyaniyên Erdogan destnîşan kir.

    Yek ji rayedarên payebilind ên  PKK, Muzefer Ayata, di nivîsa xwe ya nû de li rojnemaya Ozgur Gundem diyar dike ku, partiya wan dest ji amadekariyên kongreya çekdanîn berdaye.  

    Ayata di nivîsa xwe de dibêje: “Berî niha PKK di nava xwe de gotûbêj kiribû ku dest bi amadekariyên kongreyê bike, PKK xwe ji vê qonaxê re amade kiribû. Lê Erdogan dibêje ew, li dijî daxuyaniya hevbeş ya hikûmet û HDP ye, herwiha li dijî şanda çavdêriyê ye û piştire got ku pirsgirka kurd nîne. Van daxuyaniyên Erdogan pêvajoya çareseriyê rawestandin”.  

    Muzeffer Ayata dibêje: “Eger pirsgirêka Kurd nebe û ji bo pêşdeçûna pêvajoyê mîkanîzmek çênebe, wê demê pêwîstiya kongreyê jî namîne. PKK ji bo kongreyê pişta xwe bi vê mîkanîzmê girê dida. Herwiha pêngavên cihê baweriyê jî nehatine avêtin, berovajî wê yekê jî pêngavên hilweşandina pêvajoyê hatinn avêtin, lewma PKK dest ji amadekariyên girêdana kongreyê berda”.  

    Hêjayê bi gotinêye ku 28ê Sibata borî, şanda HDP ya Imraliyê nameya 10 xalî ya Ocalan pêşkêşî hikûmetê kirin, ku tê de rêberê girtî yê PKK Abdulla Ocalan banga girêdana kongreyê çekdanînê li partiya xwe kiribû.


    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de