12:56 20 Çile 2017
Zindî
    Idris Baluken

    Balûken: Bi Ocalan re me hevdîtineke nekiriye

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 801

    Endamê Heyeta HDP'ê ya Îmraliyê Îdrîs Balûken ragihand kir ku wan bi Ocalan re hevdîtineke nû nekiriye.

    Endamê Heyeta HDP'ê ya Îmraliyê Îdrîs Balûken aşekere kir, ku "Bi Ocalan re pêwendiyeke me ya nû nebûye" û destnîşan kir ku "AKP'ê di mijara fikar û gumanên li ser pêvajoyê de hişyariyên me yên heyî bi têrkerî fêm nekir" û diyar kir ku herî dawî wan beriya 2 hefteyan bi rayedarên dewlet û hikûmetê re hevdîtinek kirine.

    Îdrîs Balûken daxuyaniyên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan jî nirxand û ev xal destnîşan kir: "Pêwîste gelê me nekeve nava bendewariyeke ku Erdogan ê mase û çareserî red kiriye, pozîsyona xwe guhertiye, weke ku tiştek nebûye pêvajoya çareseriyê dewam bike. Ev yek wê şaşitiyeke mezin be. Tayyîp Erdogan der barê pêvajoya çareseriyê de pozîsyoneke stratejîk datîne holê. Pêwîste daxuyaniyên wî yên li meydanên hilbijartinê jî bi vî rengî werin nirxandin. Eger AKP bi xurtî ji hilbijartinê derkeve û HDP'ê di binê bendê bihêle, gelê me wê bi pêkanînên pratîkî yên van daxuyaniyan re rû bi rû bimîne".

    Bi heman mijarî:

    Barzanî û aliyên siyasî destêwerdana PKK li Başûr red dikin
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de