15:51 26 Îlon 2017
Zindî
    Barzanî û Obama

    Serdana Barzanî li DYA bi xwe serkeftin e

    © Foto: BasNews
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Vadîm Makarenko
    0 4812

    Amadekariya serdana Mesûd Barzaî li DYA bi dawî dibe. Lewre êdî 5-ê gulanê li Koşka Spî hevdîtina wî li gel Barac Obama hatiye plankirin. Serokê dîwanê serokatiya Kurdistanê Fûad Huseyîn ragihand, ku serok Barzanî pirsên xwe bi nameyekî ji Obama re şandiye û niha dora bersivdana Waşîngton e.

    Tevî bendewariyên serxwebûnê, ku beriya her hevdîtinekî li DYA li seranserî Kurdistanê dikeve rojevê, vê carê bala bêhtir wê bi pirsgirêkên dabînkirina aramiya li herêmê bê dayîn.  Pirsa serxwebûnê di rojeva hevdîtinê de tune, lê belê dûr nîne ku di hevdîtinê de behsa wê jî bê kirin.  Bi giranî wê li ser hinartina çekan û amadekariya rizgarkirina Mûsilê bê sekinandin.  Her weha pirsên aborî û pêkanîna rêkeftina  2-yê kanûnê sala 2014-an a di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî bibe yek ji mijarên hevdîtinê. 

    Ewê bibe çaremîn serdana Mesûd Barzanî li DYA û ew êdî li Waşîngtonê gelek kesan nas dike. Bê guman, xurtkirina peywendiyên ferdaral ên li Îraqê, tê wateya xurtkirina pozîsyona kurdan li wî welatî.  Barzanî wê çi ji destê wî bê bike, da ku xurtkirina otonomiya xwe ji aliya DYA ve garantî bike, û wê hewil  bide, beşekî çekan ku ji DYA tê  hinartin Îraqê, rasterast biçe Kurdistanê. Senatoya DYA û derdorên bazirganî jî piştgiriya vê helwêstê dikin.  Lê belê Wezareta Karên Derve îsrar dike ku çek tenê bi ser Bexdayê re bê hinartin û heftiya borî jî Amerîka vê helwêsta xwe careke din piştrast kir.

     

    Ev yek nîşan dide, ku herçend serdana han ji bo peywendiyên di navbera Kurdistan û DYA de pir giring be jî, Hewlêr hêviyên pir mezin pê girênade.  Lê divê ev serdan rewşa aboriya giran a Kurdistanê siviktir bike û piştgiriya Waşîngtonê bi Barzanî nîşan bide. Nûnerê hikumeta Herêma Kurdistanê li Rûsyayê Burhan Aso Talebanî amaje dike ku mijara sereke ya vê serdanê wê bibe aramiya Rojhilata Navîn:

    "Naveroka serdanê bi awayekî fermî ne hatiye aşkerkirin, lê bi ya min, di ciyê pêşîn de wê pirsa ewlekarî, têkoşîna li dijî terorê bêne gotûbêjkirin. Têkoşîna li dijî terorê, piştgiriya DYA bi vê tekoşînê bi giştî û bi Kurdistanê bi taybetî bêne gotûbêjkirin. Tê gotin ku pirsa serxwebûna Kurdistanê jî bê rojevê û ne dûr e ku pirsa han dê bê mijara gotûbêjan. Lê mijara sereke têkoşîna li dijî terorê ye".

    Eksperê îsrayîlî, karemenda Navenda Moşê Dayana ya Lêkolînên Rojhilata Navîn a Îsrayîlê Ofra Bencîo (Ofra Bengio) jî di vê mijarê de bi temkîn diaxive:

    "Armanca serdanê diyar e, lê mesele di helwêsta Obama de ye.  Wekî tê zanîn, di navbera Wezareta Karên Derve û Pentagonê de têkoşîneke heye. Niha diyar nîne, ka kîjan alî biser keve. Eger Pentagon biser keve, dê helwêsta wê nêzî kurdan e, eger Wezaret biser keve, dê helêsta wan kêmtir nêzî kurdan e.  Li ser vê serdanê ez ewqas jî geşbîn nînim. Barzanî wê hewil bide ku maksîmûm piştgiriyê werbigre, bi taybetî jî wê bixwaze ku rasterast çekan werbigre.  Lê nayê zanîn, ka Omaba çi bibêje.  Lê belê pêkahatina serdanê bi xwe êdî serekftineke e, ji ber ku Obama newest Barzanî û Ebadî bi hev re qebûl bike.  Lewma jî serdana Barzanî bi awayekî bi serê xwe, hîn hejmekar e.  Eger serokê DYA bi xwe serokê Kurdistanê qebûl bike, ji bo Kurdistanê wekî sembiolîk wê pir baş be". 

    Bê guman, ji Barzanî re serkeftina serdana li DYA pir giring e û ewê hewla serkeftinê dide.  Ji aliya din, piştgirîdana bi kurdan di berjewendiya DYA de jî.  Ev yek wê aramiya Îraqa federal xurtir bike û zemîna rizgarkirina Mûsilê jî bi xwe re bîne. Lewma jî erkê serok Barzanî zehmet e, lê belê, îhtîmala serneketinê tune. Ji ber ku Barzanî vê gavê di pozîyona zerbeya sereke de ye.

    Bi heman mijarî:

    Barzanî îro berê xwe dide Amerîkayê
    Barzanî “Yekşemê” li Amerîkayê ye
    Hêmîn Hewramî: `Barzanî li gel Obama wê pêşeroja Kudistanê gotûbêj bike`
    Mesûd Barzanî wê serdana Waşîngtonê bike
    Mesûd Barzanî li gel paertiyên siyasî civiya
    Barzanî diçe Amerikayê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de