01:05 19 Çile 2017
Zindî
    êzidî - jin - komkujî - qetliyam

    Heta niha nêzî 1700 kurdên êzdî ji dest DAIŞê rizgar bûne

    © REUTERS/ SERTAÇ KAYAR
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1402

    Endamê hikumeta Herêma Kurdistanê aşkere kir, ku heta niha nêzî 1700 kurdên êzdî ji dest çekdarên DAIŞê rizgar bûn û hewlên rizgarkirina yên mayîn jî berdewam in.

    Rêveberê Giştî yê Peywendiyên Êzdiyan li Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî yê Herêma Kurdistanê Xeyrî Bozanî di daxuyaniyeke rojnamevanî de hejmara kurdên êzdî yên ku ji dest çekdarên rêxitsina Deweleta Isalmî ya radîkal (DAIŞ) hatine rizgarkirin, aşkere kir.

    Xeyrî Bozanî diyar kir ku, ji dema girtina Şingalê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve, roja 3 Tebaxa borî, û heta niha 1628 kurdên êzdî hatine rizgarkirin.

    Li gorî daxuyaniya Bozanî, ji wê hejmara borî 311 kes mêr, 685 jin û yên mayîn jî zarok in.

    Bi gotina Rêveberê Gitşî yê Peywendiyên Êzdiyan li Wezareta Ewqaf “Berî çend rojan 42 kurdên êzdî li feqa Tilefera bajar Mûsilê ji dest çekdarên DAIŞê reviya bûn, niha jî li cihekî aram ê parêzgeha Dihokê ne.”

    Dema girtina Şingalê ji aliyê DAIŞê ve, çekdarên wê rêxistinê bi hezaran kurdên êzdî revandin û tawanên li dijî mirovatiyê derheqê wan de pêkanîn, heta niha jî çarenivîsa hejmara herî zêde ya wan nediyare.

    Bi heman mijarî:

    DAÎŞ`ê 200 kurdên êzdî şehîd kir
    Nêzîkî 40 êzdî ji destê DAÎş rizgar bûn
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de