15:43 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Parlamentoya Herêma Kurdistanê

    Parlamentoya Kurdistanê tevlî konferansa Kobanî dibe

    © Foto: krg.org
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1201

    Konferansa nûavakirina Kobanî li bajarê Amedê dest pê kir û şandeke Parlamentoya Kurdistanê jî di konferansê de beşdar e

    Sekreterê Parlamentoya Kurdistanê, Fexredîn Qadir ji Rûdawê re ragihand: “Şandeke 4 kesî ji fraksiyonên cuda yên parlamentoyê niha li Amedê ye da ku di konferansa nûavakirina Kobanî de beşdar be.” Konferansa nûavakirina Kobanî bîstekê berê li Amedê dest pê kir. Serokê Kantona Kobanî Enwer Mislim di konferansê de axivî û behda şerê Kobanî kir û got, Kobanî bûye paytexta mirovahiyê. Enwer Mislim behsa serkeftina şervanên YPG-YPJ û Pêşmerge di şerê Kobanî de kir û bang li her kesî kir tevlî nûavakirina Kobanî bibin. Herwiha Hevserokê KCDê Hatîp Dîcle di konferansê de axivî û ragihand, divê hemû hêz û aliyek tevlî avakirina Kobanî bibin. Dîcle bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kir, rêveberiya xweser a Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê PYDê ve hatiye avakirin, bi fermî qebûl bike.

    Di konferasnê de ji Rojavayê Kurdistanê, TEV-DEM û rêkixstinên ser bi wê ve ligel aliyên ku tevlî rêveberiya xweseriyê li Rojavayê Kurdistanê bûne û hin partiyên din beşdar bûne, lê Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) tevlî wê konferansê nebûye. Duhî, endamê komîteya amadekar a konferansa nûavakirina Kobanî,Umer Ellûş ji Rûdawê re ragihand ku amadekariyên konferansê bi dawî hatine lê got ku ti rêxistina û aliyên navdewletî di wê konferansê de beşdar nabin. Meha Cotmehê ya sala borî şandeke Parlamentoya Kurdistanê serdana Bakurê Kurdistanê kir û ji nêzîk ve agahdarî rewşa penaberên Kobanî bû û piştre serdana bajarê Kobanî jî kir.

    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de