00:08 18 Mijdar 2017
Zindî
    Newşîrvan Mistefa

    Ti niyeteke Gorranê tine bi YNKê re bibe yek

    © Sputnik/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 701

    Organîzatorê Giştî yê Bizava Gorranê Newşîrwan Mistefa got, ti pêwendiyeke veşartî ya Gorranê bi hêz û aliyên siyasî re tine

    Hat zanîn ku Organîzatorê Giştî yê Bizava Gorranê Newşîrwan Mistefa gotiye, ti pêwendiyeke veşartî ya Gorranê bi hêz û aliyên siyasî re tine û ti bernameyeke wan jî ji bona ku bi YNKê re bibin yek, nîne. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyeke hayadar ji nav civîna Civata Niştimanî ya Bizava Gorranê ketine destê Rûdawê, Newşîrwan Mistefa di civînê de gotiye ku ti pêwendiyeke veşartî ya Gorranê bi ti hêzeke siyasî re tine. Li gorî heman jêderî, Newşîrwan Mistefa her wiha gotiye, ti bernameyeke Gorranê ji bona ku bi YNKê re bibe yek, nîne. Organîzatorê Giştî yê Gorranê her wiha diyar kiriye ku ew civîn û hevdîtinên ku bi PDK, YNK yan jî partiyên îslamî yên Başûrê Kurdistanê re tên kirin, tenê ji bo çêbûna hemahengiyê di navbera wan de ye. Civîna Civata Niştimanî ya Bizava Gorranê îro danê sibê li navenda giştî ya tevgerê li bajarê Silêmaniyê dest pê kir. Civîn heta niha jî didome.

    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de