20:08 25 Îlon 2017
Zindî
    Peşmerge di sengerê de

    Pêşmerge dest bi helmeta pişkinînê dikin

    © AFP 2017/ JM LOPEZ
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1101

    Li deşta Tibic a ser bi Celewlayê ve, Pêşmergeyên Kurdistanê helmeteke pişkinînê bo derkirina çekdarên DAIŞê, destpêkir

    Çavkaniyeke agehdar ji Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê îro, 2ê Gulanê, ji BasNewsê re ragihand ku, ew helbete pişkinînê piştî wê yekê tê ku, çendîn mayîn û bombeyên çandî bi Pêşmergeyan de li wê navçeyê teqîne û şehîd û birîndar ji encamê ketine. Çavkaniyê diyar kir ku “Di wê helmetê de, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê pişkinîn li çendîn gundê wê navçeyê destpêkirne û çendîn bombeyên çandî yên çekdarên DAIŞê jî li navçeyê pûç kirine.” Heman çavkaniyê aşkere kir ku, dema pûçkirina bombeyekê li gundekî wê navçeyê “bombe bi Pêşmergeyan de teqî û 4 ji wan birîndar bûn.” Deşta Tibic dikeve sînorê bajarokê Qeretepe û Celewla û bi ser Hemrînê dirêj dibe.

     

    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de