18:40 27 Gulan 2017
Zindî
    Pêşmerge- Mûsil - operasyon - eniya şer

    Almanyayê 70 ton çek û cebilxane ji Pêşmerge re şand

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 911

    Artêşa Almanyayê eşkere kir ku wê 70 ton çek û keresteyên leşkerî ji hêzên Pêşmerge re şandiye û wê di nav çend hefteyên din de dîsa bişîne.

    Li gorî malpera fermî ya Artêşa Almanyayê, di çarçoveya alîkarîkirina hêzên Pêşmerge di şerê DAIŞê de, balafirk tije çek û keresteyên leşkerî ji hêzên Pêşmerge yên

    Kurdistanê re hatiye şandin.

    Di nûçeyê de hatiye gotin ku ew çek û cebilxane destpêkê bo Bexdayê hatine şandin û ji wir jî bo Hewlêrê hatine veguhestin. Li gorî rêkeftina navbera Bexda û Wezareta

    Pêşmerge, ew çek û keresteyên leşkerî radestî hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine kirin.

    Li ser naverok û curên wan çekan jî hatiye gotin ku ew barê çekan ku 70 ton e, zêdetir ji çekên rahênanê, rokêtên antî-tank ên Mîlan, 2 otomobîlên veguhestinê yên ji curê

    “Dîngo1”, 3 otomobîlên lihawarçûnê ji curê Unîmog, keresteyên yedek ên otomobîlên leşkerî û amûrên paqijkirina çekan pêk tê.

    Li gorî nûçeyê, di nav wî barî de hinek çek hene ku dibe  di şer de neyên bikaranîn, ew jî ev in: 80 tifingên G3 û 20 parçeyên wan ên yedek, 33 doşka ji curê G3 û 10

    parçeyên wan ên yedek, 20 sîstemên Mîlan û 311 parçeyên wan ên yedek, 150 sîstemên Panzer Faust û 10 amûrên rahênana Panzer Faust ji curê navîn û 10 amûrên Panzer

    Faust ji curê giran û 30 parçeyên wan ên yedek.

    Her wiha hatiye gotin ku di nav çend hefteyên bê de wê barek çek û cebilxaneya din ji Pêşmerge re were şandin.

    Hikûmeta Almanyayê meha Tebaxa par biryar da alîkariyên mirovî bide Başûrê Kurdistanê û meha Îlona heman salê jî dest bi şandina alîkariyên leşkerî bo Kurdistanê kir.

    Almanya heta niha 1500 ton çek û cebilxane û keresteyên leşkerî ji Pêşmerge re şandiye û li Kurdistan û Almanyayê jî hêzên Pêşmerge perwerde dike.

    Bi heman mijarî:

    Kongreyê DYA dixwaze çekan rasterast ji Hêzên Pêşmerge re bişîne
    Ji ber “BKS”yekê Tirkiyê nahêle Pêşmerge ji Kobanê vegerin
    Pêşmerge beşdarî azadkirina Mûsilê dibin
    Li Guwêrê DAIŞê êrişî pêşmerge kir
    Kerkûk- Hêzên Pêşmerge armanca xwe bi cîh anîn
    Şingal- Pêşmerge û YPGê li wan dixin
    Guwêr- Şerekî giran di navbera Pêşmerge û DAIŞê de derket
    Etîketan:
    Kurdistan, Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de