12:55 20 Çile 2017
Zindî
    Kerkûk

    Necmedîn Kerîm gefa ragihandina xweseriya Kerkûkê xwar

    © Sputnik/ Dmitriy Vinogradov
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1401

    Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ragihand ku heger deshilata wî neyê zêdekirin wê li Kerkûkê xweseriyê îlan bike.

    Li gor zanyariyên Rûdawê, parêzgearê Kerkûkê Necmedîn Kerîm di civîna vê dawiyê ya digel rayedarên sazî û dezgehên bajêr de bi tundî êrişî hikûmeta Iraqê kiriye û gotiye ku

    nêzîkî 6 meh in Bexdayê pere ji  Kerkûkê re neşandiye.

    Necmedîn Kerîm her wiha bang li Bexdayê kiriye jibo desthilata 8 wezaretên hikûmetê bide Kerkûkê û sîstema navendî jî were betalkirin.

    Kerîm gef li hikûmeta Ebadî xwariye ku eger daxwaziyên wî neyên qebûlkirin wê li Kerkûkê xweseriyê îlan bike.

    Parêzgarê Kerkûkê ku endamê Polîtuborya YNKê ye jî, rastî rexneyên tûj ên hêzên siyasî bi taybet partiya xwe hatiye. Çimkî li gorî siyaseta YNKê, Kerkûk beşek ji Kurdistanê ye

    û ti carî jê nayê veqetandin. PDK jî li dijî wê yekê ye ku Kerkûk bibe herêmek xweser.

    Him kurd him jî erebên Kerkûkê li dijî xweseriya Kerkûkê ne,  tenê turkmenên Kerkûkê vê yekê dixwazin.

    Bi heman mijarî:

    Kerkûk- Hêzên Pêşmerge armanca xwe bi cîh anîn
    Etîketan:
    Kurdistan, Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de