06:45 24 Cotmeh 2017
Zindî
    DYA Kapîtolî Waşîngton

    Kongreyê DYA dixwaze çekan rasterast ji Hêzên Pêşmerge re bişîne

    © Sputnik/ Igor Mikhalev
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 701

    Biryare îro, 29ê Nîsanê, Kongreyê Amerîka destbi gotûbêjên li ser proja yasayê bike û piştire têxe dengdan de.

    Kongreyê Amerîka dibîne ku bi mebesta parastin û ragirtina hevsengiyê li Iraqê, pêwîst e girîngiya bêhtir bi kurd û sineyan bê dayîn.

    Wek rojnama NewYork Times ragihand, ew yasa rê xweşdike ku Amerîka bi awayekî rasterast piştgiriya kurdan bike.

    Li gor proje yasaya Kongress ê, Amerîka wê ji qasê alîkaiyên xwe yên leşkerî bo Iraqê (ku 715 milyon dolar e) ji sedî 25ê wê bi awayekî rasterast pêşkêşî Hêzên Pêşmergeyên

    Kurdistanê û hêzên sineyên Iraqê bike.

    Proje yasa ji aliyê Komîteya Bergiriyê li Kongreyê  Amerîka ve hatiye amadekirin.

    Herwiha di proje yasayê de amaje bi wê yekê jî hatiye kirin ku, eger Bexda pêbendî wê proje yasayê nebe, wê Amerîka di heyama 3 mehan de alîkariyên xwe yên leşkerî li

    ser qutbike û ji sedî 60 ji wan alîkariyên ku berê pêşkêşê dikirin, wê bide Hêzên Pêşmerge û sine.

    Heta niha Amerîka razî nebûye ku bi awayekî rasterast alîkariyên leşkerî ji çek û teqemeniyan pêşkêşî Herêma Kurdistanê bike, ji ber ku li gor yasayên wî welatî, nabe ku

    Washington alîkariyan pêşkêşî neteweyekî yan herêmekê bike ku hîn nebûbe dewlet.

    Berî niha jî çendîn car Herêma Kurdistanê daxwaz ji Amerîka kiribû ku bi awayekî rasterast alîkariyên leşkerî pêşkêşî Pêşmergeyên Kurdsiatnê bike, ji ber ku Bexda rêjeyeke

    gelek kêm ji pişka Kurdistanê ji wan alîkariyan dişîne.

    Bi heman mijarî:

    Îranê gemiyeke Amerîka desteser kir
    Amerîka wê balafirên F35 ji Îsrayîlê re bişîne
    Balyozê Amerîka li Îraqê: Me çek ji Hewlêrê re şandin
    Amerîka inisyatîvek beranberî ya `Gazprom` pêşniyarî Yonanistanê amade dike
    Du keştiyên leşkerî yên Amerîka ber bi perava Yemenê ve çûn
    Amerîka wê 17,7milyon dolar wek alîkarî ji Ûkraynê re pêşkêşbik
    Siyaseta Amerîka li Rojhilata Navîn wê bisenekeve
    Îran Amerîka bi piştgirtiya çekdarên DAÎŞê tewanbar kir
    Barak Obama: zagonên aboriya cîhanê gerek ne Çîn, lê Amerîka binivîse
    Amerîka û Kubayê gotin êdî bes e
    Etîketan:
    Bakurê Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de