03:44 27 Gulan 2017
Zindî
    DAÎŞ

    `Wezîrê Bergirî` DAIŞê hat kuştin

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1121

    Wezîrê Bergirî yê rêxistina DAIŞê û 16 çekdarên din hatin kuştin, her weha pêgeheke vê rêxistinê jî hat jinavbirin.

    Ajansa BasNews li ser zimanê çavkaniyeke agehdar îro, 29ê Nîsanê, ragihand ku şeva borî firokeyên hevpeymanan pêgeheke rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) li nava

    Mûsilê bombebaran kirin.

    Li gor çavkaniya BasNews, di encamê wê bombebaranê de `Şêt Hesen Elsamirayî ku wek wezîrê bergirî yê DAIŞê dihat naskirin ligel 16 çekdarên din hatin kuştin.`

    Di vê dema dawiyê de operasyonên hevpeymanan li ser pêgehên DAIŞ li Mûsilê zêde bûne, ji ber wê yekê jî çekdar ji chên xwe direvin û di malên welatiyan de bicih dibin.

    DAÎŞ roja 9-10 Hezîrana sala 2014an Mûsil zeftkir. Niha jî amadekarî bi destpêkirina proseya azadkirina wê bajrêî tên kirin.

    Bi heman mijarî:

    Nêzîkî 40 êzdî ji destê DAÎş rizgar bûn
    DAÎŞ û Talîbanê li dijî hev şer îlan kirin
    4 jin û 4 zarok rizgar ji destê DAÎŞ bûn
    Termên 27 çekdarên DAÎŞ li gundê derdora Tel-tamirê hatin dîtin
    Etîketan:
    Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de