03:44 27 Gulan 2017
Zindî
    Kobanê teqîn

    Çend navendên DAIŞê hatin bombebaran kirin

    © AP Photo/ Vadim Ghirda
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1201

    Artêşa Amerîka ragihand ku balafirên Hevpeymaniya Navdewletî 20 êrîşên din li dijî rêkxistina DAIŞê pêk anîn.

    Li gorî daxuyaniya Artêşa Amerîka, balafirên hevpeymaniyê ji serê sibeha roja duşemê û heta duh 20 êrîşên din li dijî rêxistina DAIŞê li Rojava û Başûrê Kurdistanê û li Sûriyê û

    Iraqê pêk anîne.

    Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku 3 êrîş li nêzîk bajarê Hesekê pêk hatin û hevpeymaniyê çend navendên DAIŞê bombebarankirin. Di encam de  panzereke ya rêxistinê hat têkbirin.

    Herwiha li derdora Kobanê jî navendeke DAIŞê hat têkbirin.

    Artêşa Amerîka ragihand ku balafirên hevpeymaniyê çend navend û xalên DAIŞê li Başûrê Kurdistanê û Iraqê jî bombebaran kirin û di encam de bi temamî hatine têkbirin.

    Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku balafirên Amerîka û hevpeymanên wê navendên DAIŞê li nêzîk Şingal, Telefer, Hewîce, Bêcî, Feluce û Rûmadî bombebarnkirin.

    Bi heman mijarî:

    Nêzîkî 40 êzdî ji destê DAÎş rizgar bûn
    DAÎŞ û Talîbanê li dijî hev şer îlan kirin
    4 jin û 4 zarok rizgar ji destê DAÎŞ bûn
    Termên 27 çekdarên DAÎŞ li gundê derdora Tel-tamirê hatin dîtin
    Etîketan:
    Sûrîye, Îraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de