15:21 24 Îlon 2017
Zindî
    ENKS-Rojava

    TEV-DEM: ENKSê biryarên xwe ji Tirkiye û dijbereyê werdigire

    © Foto: Twitter
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1510

    Endama Lêvegera Siyasî ya ser bi TEV-DEMê ve, Mizgîn Ehmed ragihand ku ENKSê biryarên xwe ji Tirkiye, dijbereya Sûriyê û Hikûmet Herêma Kurdistanê distîne. Herwiha got ENKSê xwedî zihniyeta netewî ya teng e.

    Peymangeha Demokrasî û Pêşketinê ya Birîtanî ku ji sala 2012an ve bi awayekî nehênî navbênkarî di nav bera Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Tevgera Civaka

    Demokratîk (TEV-DEM) de dikir, nûnerên herdu aliyên Rojava vexwendin da ku roja 27ê vê mehê li Cinevê bi beşdariya wê li hev bicivin.

    Derbarê daxuyaniyên Endama Lêvegera Siyasî de, Nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) li Herêma Kurdistanê Seîd Omer ji Rûdawê re ragihand ku `hevdîtinên

    ligel peymangeha Birîtanî hatine kirin, tenê nûnerên ENKSê tê de beşdar bubûn û wan daxwaza cîbicîkirina çend xalan ji aliyê TEV-DEMê ve kiribûn da ku rê li pêş hevdîtinên

    hevpeş bê xweşkirin, lê TEV-DEM ne amade bû van xalan bi cîh bîne.`

    Seîd Omer diyar kir ku ti şand ji ENKSê niha li Cenêvê tune ye û ti civîn ligel nûnerên TEV-DEMê dê neyên lidarxistin.

    Omer wiha domand: `Ne Tirkiye, ne Hevpeymaniya Dijbereyê û ne Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ne jî ti aliyên din destêwerdanê di biryara ENKSê de dikin û ENKS bi xwe û li

    gorî perjewendiya miletê xwe li Rojavayê Kurdistanê biryara xwe dide.`

    Bi heman mijarî:

    Ehmed Berekat: ENKS di rewşeke lewaz de jiyan dike.
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de