18:33 27 Gulan 2017
Zindî
    DAÎŞ

    DAIŞ hêza xwe li nêzîk Hesekê kom dike

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 701

    Li gor çavkaniyên Rûdawê, hinek zanyarî hene ku YPGê û hêzên Hikûmeta Sûrîyê amadekariyan dikin ji bo operasyonek hevbeş li başûrê rojavayê bajarê Hesekê pêk bînin.

    Artêşa rejîma Sûriyê bi dehan ji topên xwe ji bajarê Qamişlo şandin bajarê Hesekê û gotinek heye ku ewê wan topan li rêbendên hikûmetê li başûrê Hesekê deyne, ji bo ku

    hêzên DAIŞê li başûrê Hesekê û bi taybet li fewcê Mêlebiyê topbaran bikin.

    Çavkaniyên Rûdawê diyar kirin ku DAIŞ jî hêzên xwe li başûrê Hesekê ji aliyê rojhelat û rojava ve kom dike û dixwaze Hesekê dorpêç bike û ji wan navçeyan jî êrişî Hêzên

    Hikûmetê û YPG dike û zaniyariyên dawî dibêjin ku DAIŞê di êrişa xwe ya dawî de navçeya Risafe ya ku 5 km dûrî başûrê Hesekê ye kontrol kiriye.

    Di beramberî wê êrişa DAIŞê de, çavkaniyên Rûdawê anîn ziman ku hêzên hikûmetê bi topan li çekdarên DAIŞê vegerandin û bi kopteran 3 bermîlên teqîner bi ser wargehên

    DAIŞê de li başûrê rojavayê Hesekê avêtin û hat zanîn ku hejmarek mezin ji birîndarên hêzên hikûmetê, doh bi şev gihiştin nexweşxaneya Hesekê.

    Ji aliyê xwe ve hêzên asayişê di daxuyaniyekê de bang li welatiyên nêzîkî navçeyên şer kir ku ji malên xwe dernekevin ji bo ku rokêtên hawin bi ser wan de nekevin, herweha

    asayişê diyar kir ku ew di wan şer û pevçûnan de ne beşdar in û hêza wan bi temamî li eniya Xabûrê bicî dibe.

    Bi heman mijarî:

    Nêzîkî 40 êzdî ji destê DAÎş rizgar bûn
    DAÎŞ û Talîbanê li dijî hev şer îlan kirin
    4 jin û 4 zarok rizgar ji destê DAÎŞ bûn
    Termên 27 çekdarên DAÎŞ li gundê derdora Tel-tamirê hatin dîtin
    YPG 4 emîrên DAIŞê kuştin
    Etîketan:
    Sûrîye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de