09:34 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Hewlêr, Kurdistan

    Gelo Waşîngton-Enqere-Hewlêr hevpeymaniyeke nû ye?

    © Foto: Osman Bashqali
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Vadîm Makarenko
    0 5611

    Di heftiya pêşîn a meha gulanê de serdana serokê Başûrê Kudistanê Mesûd Barzanî li DYA destpê dike. Ji bo jiyana sîyasî ya Kurdistanê serdana han xwedî giringiyeke mezin e, lewre, DYA hevpeymana wê ya sereke ye. Lê belê giringiya pozîsyona Tiurkiye jî, jê kêmtir nîne.

    Kurdistana Îraqê peywendiya xwe li gel hemû dewletên herêmê pêşve dibe, lê Tirkiye ji ber taybetmendiya xwe ya coxrafî  ji bo Kurdistanê xwedî roleke kîlîd e. 

    Hêjayê bi gotinê ye ku cuda ji dewletên erebî yên herêmê, Tirkiye di warê aborî de bi Kurdistana Îraqê re têkildar e.  Tirkiye derfetên qerase yên Kurdistanê ji bo veberdêrî û aboriya xwe bikar tîne.  Ji bergeha serbazî û sîyasî de jî, her çiqas car caran nakokî  hebin jî, Tirkiye hevpeymaneke nêz a DYA ye.  Ji ber vê yekê jî xeta Hewlêr-Enqere Waşîngton ji bo dabînkirina aramiya Kurdistana Îraqê pir giring e. 

    Bê guman, hemû endamên vê troykayê wê bibin xwedî peywendiyeke taybet li gel dewletên cîran ên  mîna Îran, dewletên erebî û Rûsya, lê belê peywendiyên wan ên navxweyî her bingehîn e.  Piştî vekişîna hêzên serbazî yên Amerîkî ji Îraqê di pirsên jiyanî yên rojane de Kurdistan  berbenda Tirkiyê ye.  Lewma jî baştir e ku Hewlêr  her pêngava xwe ya cidî bi Enqerê re bişêwirê, lê bi wê hişmendiyê ku gotina dawî ya Waşîngtonê ye.

    Karmenda Navenda `Moşe Dayan` a Lêkolînên Rojhilata Navîn ya Îsrayîlê Ofra Bengio li ser vê mijarê ji Spûtnîk`ê re van şîroveyan dike:

     “Vê gavê Tirkiye partnereke stratejîk a  Kurdistana Îraqê ye.  Bêyi  vê cureyî peywendiyan Kurdistan nikare bijî. Sedema sazbûna wê peywendiya stratejîk jî ew e, ku Kurdistan petroleke pir erzan difroşe.  Lewma jî vê gavê şiîyên Îraqê wekê hevrikên Tirkiyeyê têne dîtin.  Ev yek. Ya duda, Tirkiye bi xwe vê gavê di lêgerînê de ye ku bi PKK re aş bibe. Ya sisê jî, bi rewşa Rojavayê Kurdistanê ve girêdayî ye.  Tirkan xwest ku li wê derê DAÎŞ`ê li hember kurda bikar bînin. Lê niha jî bi alîkariya kurdan tirba Silêman Şah  anîn nêzî sînorên xwe.  Taboloyeke bir dijwar e. Lê ne tabloyeke reş û sipî ye.

    Wekî tê zanîn, ji aliya Tirkiyeyê daxuyanî hatibû dayîn, ku ewê dê piştgiriya serxwebûna Kurdistana Îraqê bike. Davûtoglu daxuyanîyeke weha kiribû. Wî di Twîtter`ê de weşandibû, lê paşê rakir. Daxuyaniya Arinç jî hebû.  Dem bi dem daxuyaniyên li ser serxwebûna Kurdistanê dihat belavkirin.  Ez nizanim, ew gavên taktîk in, an stratejîk, lê di hewlêsta Tirkiyê de guhertinên mezin hene.  Di sala 2008-ê de rewş nêzî şer bû. Lê  niha, Nêçîrvan Barzanî hema bêje bi rojane li Tirkiyê ye,  Mesûd Barzanî li Tirkiyê ye. Ji Tirkiyeyê jî gelek kes diçin Hewlêrê. Lê îro gotina sereke ne ya Tirkiyeyê, lê ya DYA ye…

    Sedema guhertina helwêsta Tirkiyeyê ew e,  diyar e Enqere êdî gihîştiye wê encamê ku ewê nikare hevkarî bi şiîyên Îraqê re bike. Lewma jî îro Kurdistan ji bo Tirkiyeyê ne metrsi, belkî firsendekî ye. 

    Bê guman ev lîstok e.  Her du Barzanî li gel hikumeta Tirk ewqas bi aqil kar dikin, ku Enqere êdî dijî serxwebûna Kurdistanê dernakeve. Berê digot ku yekparetiya erdê Îraqê ji me re bir giring e, lê îro nabêje. 

    Hêjayê bibîrxistinê ye ku beriya du rojan jî Nêçîrvan Bazanî li Tirkiyeyê bû. Vê carê ji bo beşdarîkirina di 100 saliya şerê Çanakkalê. Wekî tê zanîn, hingê tirk û kurd di nava artêşekî de şer dikir.  


    Bi heman mijarî:

    Hêmîn Hewramî: `Barzanî li gel Obama wê pêşeroja Kudistanê gotûbêj bike`
    Mesûd Barzanî: ti bûyer nikare rê li ber hewlên ji bo serxwebûna Kurdistanê bigire
    Mesûd Barzanî wê serdana Waşîngtonê bike
    Barzanî diçe Amerikayê
    Ebadî wê îro çi ji Obama bixwaze
    Ebadî diçe Amerîkayê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de