23:21 22 Çile 2017
Zindî
    Mûsil - Operasyon - koçber

    31 hezar penaberên Rojava li Silêmaniyê ne

    © REUTERS/ THAIER AL-SUDANI
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1911

    Rêveberê rêxistineke taybet bi alîkarîkirina penaberan radighîne ku, li parêzgeha Silêmaniyê bêhtir ji “31” hezar penaberên Rojavayê Kurdistanê hene.

    Rêveberê Rêxistina Geşepêdana Sivîl (CDO) Eta Mihemed di daxuyaniyeke rojnamevanî de îro, 27ê Nîsanê ragihand ku, li Kampa Erbet ya ku ji penaberên Rojavayê Kurdistanê re

    hatiye avakirin `5 hezar û 453` penaber bicih bûne.

    Eta Mihemed diyar kir ku, ji koma 31 hezar û 831 hezar penaberî li Silêmaniyê `di navbera 1200-1300 kesî de penaberên Kobanê ne.`

    Navborî balkişande ser wê yekê jî ku, nêzîk `26` hezar penaber li nava bajar û bajarokên Silêmaniyê dijîn.

    Piştî destpêkirina krîza Sûriyê û gehiştine şer bo navçeyên Rojavayê Kurdistanê û dijwariya jiyanê li wan navçeyan, hejmareke mezin ji xelkên Rojava penaberî Herêma

    Kurdistanê bûn.

    Hejmare herî zêde ya penaberan li Dihokê ye, Hewlêr jî di pileya duyem ya hewandina penaberan de tê.

    Bi heman mijarî:

    Gerek din a dansûstandinên Îran û welatên rojava destpê dike
    Rojava wê çekan nede Ûkraynayê
    Rojava diyaloga bi mirovê herî bandordar ê cîhanê red dike
    Partiyên Rojava li ba Barzanî gilî li PYDê kirin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de