10:09 19 Cotmeh 2017
Zindî
    DAIŞ

    Li Mûsilê emîrek û 40 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

    © REUTERS/ Stringer/Files
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1411

    Firokeyên Cengî yên Hevpeymaniya Navdewletî kombûneke çekdarên DAIŞê li rojavayê bajarê Mûsilê bombebrankirin û di encam de emîrek û bêhtir ji 40 çekdarên vê rêxistinê hatin kuştin.

    Berpirsê ragihandina navenda Yekitiya Niştimanî Kurdistanê (YNK)ê li Mûsilê `Xeyas Sorçî` ji BasNews re ragihand: ` firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî kombûnek çekdarên

    DAIŞê li bajarokê (Badoş) li rojhilatê Mûsilê bordûman kirin û derbek mezin li wan dan`

    Herwiha Sorçî eşkere kir ku  bi sedema bordûmanê emîrekî DAIŞ bi navê `Ehmed Elî Xezlan` ku serperiştiya kombûnê dikir û berî niha serperiştiya şer li eniya Zumar dikir li gel 40

    çekdarî hatin kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Nêzîkî 40 êzdî ji destê DAÎş rizgar bûn
    DAÎŞ û Talîbanê li dijî hev şer îlan kirin
    4 jin û 4 zarok rizgar ji destê DAÎŞ bûn
    Termên 27 çekdarên DAÎŞ li gundê derdora Tel-tamirê hatin dîtin
    Etîketan:
    Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de