11:28 23 Çile 2017
Zindî
    Hêmin Hewramî

    Hêmîn Hewramî: `Barzanî li gel Obama pêşeroja Kudistanê gotûbêj bike`

    © Sputnik/ Kamiz Sheddadi
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 12320

    Hêmin Hewramî — Berpisê Peywendiyên Derve yê Partiya Demokrat a Kurdistanê, endamê encumena serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê bû mêvanê Spûtnîk`ê û li ser pêşveçûnên dawî yên li Başûrê Kurdistanê pirsên edîtorê `Spûtnîk Kurdistan` — Kamîz Şeddadî bersivandin.

    Berpisê Peywendiyên Derve yê PDK Hêmin Hewramî, ku ji bo beşdarîkirina di forûmeke navneteweyî ya li ser têkoşîna dijî terorê hatiye Moskowê, li ser rewşa Şengalê, çarenûsa Kongreya Neteweyî, nakokiyên di nabeyna PDK û PKK,  serdana serokê Herêma Kurdistanê bo DYA, her weha li ser jinûvehilbijartina serokê Herêm û mijarên din zanyariyên giring dan Spûtnîk.

    Hêmin Hewramî dibêje, şerê li dijî DAÎŞ  ji  sê qonax an pêk tê: 

    “Qonaxa pêşîn pêşîgirtin û rawestandina êrîşên DAÎŞ bû. Qonaxa diyem lêdana zerbe li DAÎŞ`ê û destpêka êrîşkirina  hêzên pêşmerge, û qonaxa sêyemîn jî paqijkirina DAÎŞ`ê û derxistina wê ji Îraqê ye”.

    %95 ERDÊN KURDNÎŞÎN HATINE KONTROLKIRIN

    Hewramî amaje dike ku di her du qanxên pêşîn de peşmerge serkeftineke têkûz bidest xisitiye û %95 erdên kurdnîşîn hatine kontrolkirin: “Vê gavê amadekariya qonaxa sêyemîn tê kirin û ew jî bi şiyan ûp beşdariya hêzên hikumeta Îraqê û hêzên hevpeyamniya navneteweyî ve girêdayî ye”. 

    VÊ GAVÊ ZEMÎNÊ KOMKIRINA KONGREYA NETEWÎ TUNE

    Hêmin Hewramî  tekez dike ku vê gavê zemînê pêkanîna Kongreya Netewî  tune, ji ber ku nakokiyên di navbera hêzên siyasî yên Başûr û Bakûr û Rojava ne hatine çareserkirin. 

    BARZANÎ Û OBAMA WÊ PÊŞEROJA KUDISTANÊ GOTÛBÊJ BIKIN

    Berpisê Peywendiyên Derve yê PDK dûpat dike ku serokê Herêma Kurdistanê  wê di destpêka meha gulanê serdana DYA bike û di hevdîtinên li gel serkirdayetiya wî welatî pêşeroja Kudistanê jî gotûbêj bike. 

    Etîketan:
    Hêmin Hawramî, Kurdistan, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de