17:38 23 Çile 2017
Zindî
    Parlamentoya Herêma Kurdistanê

    Endamên komîteya Destûra Kurdistanê têne destnîşankirin

    © Foto: krg.org
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 3101

    Îro li Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji bo diyarkirina 21 endamên komîteya taybet a ji bo amadekirina proje qanûna Destûra Herêma Kurdistanê civîna duyem birêve diçe.

    Li gorî agahiya tora Rûdawê, ku xwe dispêre bi daxuyaniya serokê frakisyona Tevgera Îslamî ya Kurdistanê Şiwan Qeladizeyî,  civîn di navbera serokayetiya Parlamento û serokên frakisyonên partiyên sîyasî de  hat li darxistin û nêrînên frakisyonan derbarê diyarkirina her 21 endamên komîteyê de ji hev nêzîk in. Tê pêşbînîkirin ku avakirina komîteyê demeke dirêj nexwe.

    Şiwan Qeladizeyî got, partiyên ku nûnerekî wan di Parlamentoya Kurdistanê de heye ligel herdû neteweyên Tirkmanî û Aşûrî dê endamekî wan di komîteyê de hebe û her 15 kursiyên din dê ji bo PDK, Yekîtî, Goran, Yekgirtû û Komel bin. Li gorî îdîayên ajansê, wê PDKê  bi 5 endam, Goran bi 4 endam, YNK bi 3 endam, Yekgirtû  bi 2 endam û Komeleya Îslamî jî  bi endamekî wê di komîteya taybet de cih bigrin.

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de