21:11 21 Hezîran 2018
Jin û zarên êzîdî ji dest DAÎŞ`ê  hatin rizgarkirin

Nêzîkî 40 êzdî ji destê DAÎş rizgar bûn

© Foto : Osman Ba]qali
Kurdistan
Lînkê kurt
0 11

Îro nêzîkî 40 êzdiyên din ên Şengalê ji destê DAÎş rizgar bûn.

Li gorî agahiya ajansa  BasNewsê, ku xwe dispêre bi daxuyaniya  Berpirsê Liqa 17 ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Şingalê, Wehîd Bakuzî,  26-ê Nîsanê 37  kurdên din ên êzdî ji dest çekdarên DAIŞ`ê rizgar bûn.  Wehîd Bakuzî diyar kir ku, heta niha hewlên azadkirina kurdên êzdî ji dest DAIŞê berdewam in, lê tu zanyariyên zêde derbarê çawaniya azadkirina wan kesên dîlkirî aşkere nekirin.

Dema girtina qeza Şingalê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve di 3 Tebaxa 2014-an de, çekdaran hejmareke zêde ji kurdên êzdî revandin û tawanên li dijî mirovatiyê li hember wan pêk anîn, heta niha jî çarenivîsa hezaran kurdên êzdî li cem DAIŞê ne diyar e.


Bi heman mijarî:

Komek din ji kurdên êzîdî rizgar bûn
18 kurdên êzîdî rizgar bûn
Mesûd Berzanî ligel nûnerên kurdên-êzîdî civya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de