14:48 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Alaya HDP

    Beşikçî: Tişta HDP bo Filistînê dixwaze divê bo kurdan jî bixwaze

    © Foto: Gulnush Ergul
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 2702

    Sosyolog û nivîskar Dr. Îsmaîl Beşikçî dibêje Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tişta bo Filîstinê dixwze divê bo kurdan zêdetir bixwaze

    Îsmaîl Beşikçî bo Rûdawê karnameya hilbijartinên 7ê Hezîranê ya HDPê nirxand. Beşikçî piştî siyasetmedar û nivîskarên kurd, karnameya HDP ji ber ku tê de behsa “kurd û Kurdistanê” nekiriye rexne kir. Beşikçî diyar kir HDP di karnameya xwe de behsa kedê, pirsgirêka jinan û ekolojiyê dike û wiha domand: “Lê derbarê pirsgirêka kurd û Kurdistanê de mijarên ku Tirkiye pesend nekirî û li hember derdikeve, tişteke nabêje. Bi eslê xwe Tirkiye li dijî federasyon û serxwebûna Kurdistanê ye. Siyaseta HDPê ya “Tirkiyebûnê” ew bir ser wê xetê. Çepgirên tirk jî bi termînolijiyek şoreşgerî van ramenên xwe tînin ziman.” Beşikçî amaje kir ku Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê li dijî serxwebûna Kurdistanê ne û wiha pê de çû: “Lê Tirkiye, dewletên ereban, tevahiya dewletên misilman û dewletên rojava yên demokratîk piştgiriya serxwebûna Filîstinê dikin. Heger mijar Filitîn be, HDP nabêje bila dewlata Îsraîlê demokrat bibe û cihû û ereb bila bi hevre bijîn. Yekser serxwebûna Filîstinê diparêze. Helbet a rast ev e.” Civaknas Îsmaîl Beşikçî wiha got: “Ya rast ew e ku HDP tişta bo Filîstinê dixwze divê bo kurdan zedetir bixwaze. Divê li ser mijara parvekirin û parçebûna kurd û Kurdistanê raweste.”

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de