11:31 23 Çile 2017
Zindî
    Peşmerge di sengerê de

    Ji ber “BKS”yekê Tirkiyê nahêle Pêşmerge ji Kobanê vegerin

    © AFP 2016/ JM LOPEZ
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1801

    Ji ber hebûna “kêmbûnekê” di çekên ku Pêşmergeyan bi xwe re biribûn Kobanê de, Tirkiyê rê neda wan ku vegerin Herêma Kurdistanê.

    Biryar bû îro, 25ê Nîsanê, 5emîn karwana Pêşmergeyên Kurdistanê bi temamî ji Kobanê vegeriyabe Herêma kurdistanê, piştî ku armanca xwe li wê herêma Rojavayê Kurdistanê bidest xistibû. Li gor zanyariyên BasNewsê, dema vegera karwana çarem a Pêşmergeyan ji Kobanê, çekek ji curê BKS ligel xwe vegerandibûn Herêma Kurdistanê, lê niha Tirkiyê rê nade grûpa 5emîn a Pêşmergeyan da ku bi rêya axa wê ji Kobanê vegere, herwiha daxwaz dike ku çarenivîsa wê BKS yê jî bê diyarkirin.

    Çavkaniyekê ji nava Pêşmergeyên Kurdistanê li Kobanê ji BasNewsê re ragihand ku “Niha wê fermandariyê wêneyeke wê çekê û hejmara wê kişandine û dê bo Tirkiyê bişîne. Lê berpirsên Tirkiyê bawerî bi wê yekê ne anîne, lewma dê Wezareta Pêşmerge nivîsekê ji bo çareserkirina wê arîşeyê bişîne Tirkiyê.” Her li gor zanyariyên taybet ên BasNewsê, di vê heftiyê de wê Pêşmerge bi temamî ji Kobanê vegerin Herêma Kurdistanê. Di vê derbarê de, Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ragihand ku “ti arîşeyeke wan ligel Tirkiyê nîne” û ew ne amade ye ku tu zanyariyeke din derbarê vê pirsê de bide. Yekem karwana Pêşmerge roja 28ê Cotmeha sala 2014an ji Başûrê Kurdisanê berê xwe danbû Bakurê Kurdistanê, roja 31ê heman mehê jî bi rêya Deşta Sirûcê ya Rihayê derbasî Kobanê bibû. Heta niha 5 karwanên Pêşmerge, ji Hêzên Piştgiriyê yên Yek û Du yên ser bi Wezareta Pêşmerge ve çûne Kobanê, ji bo piştgiriya şervanên kurd li wî bajarî di rûyê êrîşn çekdarên DAIŞê de, her karwanek jî ji 150 Pêşmergeyî pêkdihat, ligel çekên sivik, navend û giran.

    Roja 26ê Çileya îsal jî Kobanê azad bû, heta niha jî piraniya gundewarên wê hatin azadkirin. Tenê yek Pêşmerge jî bi navê Zêrevan Ekrem Mizûrî li wî bajarî şehîd bibû û çend Pêşmerge jî birîndar bibûn. Çûna Pêşmergeyên Kurdistanê bo Kobanê “biryarek dîrokî bû” (wek ku Barzanî çendîn car binav kiriye), ew jî piştî rêkeftina Herêma Kurdistan-Amerîka-Tirkiyê bû.

    Etîketan:
    Kobanî, Rojava, TIrkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de