10:11 19 Cotmeh 2017
Zindî
    Kobanê teqîn

    Kobanî- DAIŞ di Çemê Feratê re êriş Kir

    © AP Photo/ Vadim Ghirda
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1811

    Çekdarên DAIŞê li rojavayê başûrê Kobanî di Çemê Ferat re bi lotke û beleman êrişî gundên Girê Sor, Girê Ibrê û Zerkotek kirin

    Peyamnêrê Rûdawê li Kobanî Imer Kalo ragihand: “Piştî ku çekdarên DAIŞê di Çemê Ferat re derbasî gundên Kobanî bibûn, şer û pevçûn di navbera wan li aliyekî û şervanên YPGê û hêzên Odeya Operesyonên Volkana Ferat li aliyê din derket.” Imer Kalo wiha got: “Balafirên hevpeymaniya navdewletî jî navendên DAIŞê li deverê bombebaran kirin û di encam de çekdarên DAIŞê di gundê Zerkotekê de hatin têkbirin û li gundê Girê Sor de şer berdewam bû.” Peyamnêrê Rûdawê wiha domand: “Di êrişa DAIŞê ya duhî li ser gundên li ber Çemê Feratê de, çend çekdarên DAIŞê hatin kuştin û cenazeyên wan ketin destê şervanên YPGê. Herwiha hin sivîl û şervanên YPGê jî şehîd bûn, lê hîn nav û hejmara wan bi fermî nehatine ragihandin.” Ji aliyekî din ve, çekdarên DAIŞê 6 Erebên xelkê Munbicê li parêzgeha Helebê îdam kirin. Li gor zaniyariyên Rûdawê, ew 6 kes ereb in û 4 ji wan DAIŞê bi tometa ku kur xalê xwe kuştine ku çekdarekî DAIŞê bû, ew îdam kirine. Ew çekdar 2 ji wan li ser rêya Munbic-Helebê, 2 li gundê Rumanet Elmustahe ku birayê hevin û herdu kesên din li nav bajarê Munbicê kuştine. Herdu kesên ku li Elsefîne ji aliyê DAIŞê ve hatine îdamkirin, heta niha nediyare bê ew ji ber çi hatine kuştin.

    Etîketan:
    Rojava, Kobanî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de