01:08 19 Çile 2017
Zindî
    Tankên artêşa Tirkiyeyê

    Leşkerên Tirkiyeyê kurdek din kuştin

    © AFP 2016/ Bülent Kılıç
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1301

    Li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê li aliyê Efrînê, hemwelatiyekî din yê Kurd ji aliyê hêzên Artêşa Tirkiyê ve hat kuştin

    Li gor ragihandina Rûdawê, leşkerên Tirkiyeyê duh 3 hemwelatiyên ku pezê xwe diçêrandin gulebaran kirin û di encamê de welatiyek hat kuştin û herdu kesên din jî brindar bûn. Ew hersê kes ji gundê Erendê yê navçeya Şiyê ya Efrînê ne û li navçeya hemberî gundê Tofê yê Bakurê Kurdistanê diçêrandin, ji aliyê hêzên Artêşa Tirkiyeyê ve hatin gulebarankirin. Hat gotin ku di encama gulebaranê de hemwelatiyê bi navê Seydo Reşad Dîko yê 28 salî jiyana xwe ji dest da. Herwiha herdu welatiyên bi navên Seydo Bîlal û Îmad Menan jî birîndar bûn. Seydo Reşad Dîko di sala 1987an de ji dayik bûye û ev sê meh in zewicî bû.

    Etîketan:
    Rojava, Tirkîye, Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de