18:39 27 Gulan 2017
Zindî
    Mehmed Elî Ertaş

    Mehmet Elî Ertaş: `Pêdivî bi yekîtiya rojnamegerên kurd heye`

    © Foto: Gulnush Ergul
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 4811

    Rêveberê Komeleya Rojnamegerên Azad Mehmet Elî Ertaş dibêje, çawa ku îro pêdîvî bi yekîtiya netewa gelê kurd heye, bi vê ve girêdayî pêdîvî bi yekîtiya rojnamegerên kurd jî heye. Îro gereka rojnamegerên kurd yên Bakur, Başur, Rojhilat û Rojava yekîtiya xwe ava bikin.

    Dîroka rojnamegeriya Kurdî ji 22 nîsanê sala 1898-ê, ji derketina yekemîn rojnameya bi zimanê kurdî —  rojnameya `Kurdistan` destpê dike.  Gelo piştî 117 salan îro rewşa rojnamegeriya kurdî û pê re girêdayî, rewşa zim,anê kurdî di çi rewşê de ye? 

    Rêvebirê Komeleya  Rojnamegerên Azad  a Amedê Mehmet Elî Ertaş 117’ mîn  salvegera  Roja Rojnamegeriya Kurdistanê ji `Sputnik Kurdistan` re nirxand.

    Gulnûş Ergul ji Amedê radigihîne:

    Mehmet Elî Ertaş dibêje,  117 sal berê rojnamegeriya kurdî bi rojnameya “Kurdistanê” li Kahîrê, an ku  li sirgûniyê dest pê kir û ji wê rojê heya niha gelek tişt hatiye guhartin: “Îro piştî berdêlên gelek mezin û giran, bi têkoşînek mezin em li Kurdistanê bi weşanên rojname, radyo, televizyon, ajans û kovaran dibin çav û guhên gelên   Kurdistanê û rêya wan ronî dikin”.

    Ertaş amaje dike ku divê rojnamegerên kurd perçe nesekinin: “Çawa ku îro pêdîvî bi yekîtiya Netewa gelê kurd heye bi vê ve girêdayî pêdîvî bi yekitiya rojnamegerên kurd jî heye. Îro gereka rojnamegerên kurd yên Bakur, Başur, Rojhilat û Rojava ji hevdû ne perçe bin. Her yek bi serê xwe tev negere. Ji bo vê jî lazime ku em yekîtîya xwe ava bikin”. 

    Rêvebirê Komeleya  Rojnamegerên Azad a Amedê dibêje, ewê piştî hilbijartinên parlamentoya Tirkiyeyê konferansek li dar bixin û yekitiyê di nav rojnamegerên kurd de ava bikin.

    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de