18:33 27 Gulan 2017
Zindî
    Êzidî

    32 kurdên êzidî rizgar bûn

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1601

    32 kurdên êzdî yên din ji destê DAIŞê rizgar bûn

    Şeva borî 32 kurdên êzdî yên din ji destê DAIŞê rizgar bûn û gihiştin navçeyên di bin kontrola hêzên pêşmerge de.

    Rêveberê Asayişa Şingalê Qasim Simo ji Rûdawê re ragihand ku ew 32 kurdên êzdî şeva borî ji destê DAÎŞê rizgar bûn û gihiştine navçeya Sinûnê.

    Qasim Simo diyar kir ku di nava wan 32 kesan de, 22 zarok, 9 jin û zilamek heye û ew hemû xelkê Şingalê ne. 

    Nêzîkî 350 kurdên êzdî di vê mehê de  ji destê DAIŞê rizgar bûn.

    Heta niha 462 kurdên êzidî  ji navçeya Havîcê ya ser sînorê Kerkûkê xwe gihandine Herêma Kurdistanê.

    Piraniyan kurdên êzidî bi rêya mezinên ereban û bi pereyan tên rizgarkirin.

    Rêxistina DAIŞê Tebaxa 2014an êrişê Şingalê kiribû û bi hezaran kes kuştin û bi hezaran jin û zarok jî revand.

    Bi heman mijarî:

    Mesûd Berzanî ligel nûnerên kurdên-êzîdî civya
    Komek din ji kurdên êzîdî rizgar bûn
    18 kurdên êzîdî rizgar bûn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de