11:10 24 Cotmeh 2017
Zindî
    Şervanên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)

    Partiyên Başûr dê ligel PKKê bicivîn

    Sputnik
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 2001

    Endamê Konseya Serokatiya Partiya Kedkaran Belen Ebdullah ji Rûdawê re diyar kir ku serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî 20 Nîsanê li Pîrmamê li gel serkirdeyên partiyên siyasî kom bû û di vê civînê de pêşniyariya hevdîneke ligel rêvebirên PKK hat kirin.

    Belen Ebdullah da zanîn ku ew pêşniyarî hatiye kirin  jibo pirsgirêkên rû dane werin çareserkirin û rêz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û sîstema wê bê girtin.

    Ebdullah anî ziman hevdîtinê di demek nêzîk de were pêkanîn, lê hêj cih û dema wê ne hatiye diyarkirin.

    Hat gotin jî ku  Mesûd Barzanî ew pêşniyar bi erênî nirxand.

    Endamê Konseya Rêveberiya PKKê Duran Kalkan di hevpeyvîneke  ligel Med Nûçe gotibû:

    `Îdareya Başûrê Kurdistanê zilmê li êzidiyan dike. Ji PKK re dibêje dev ji demokrasiyê berdin. Em qebûl nakin kesek li Êzidiyan zilmê bike. Êzîdî ji komkujiyekê rizgar bûn,

    demokrasiya PKK ew rizgar kirin. Hemû dinya vê yekê qebûl dike, ji kerêm xwe re bila Hewlêr jî qebûl bike.

    Li Başûrê Kurdistanê çend zaravayên kurdî hene û çend komên xelkên cuda hene. Kurd jî ne yek in: behdinî û soran hene. Soranî jî û behdinî jî zaravayên kurdî ne. Herwiha

    dê çawa di zimanekê neteweyî de bibin yek?`

    Gotinên Duran Kalkan ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hatibû şermezarkirin.

    Bi heman mijarî:

    Berpirsekî PDK bi tundî bersiva Kalkan dide
    PDK dixwaze li Kurdistanê sîstema serokatiyê bidome, lê partiyên din dij derdikevin
    Serokê Fraksiyona PDKê: PDK ti carî wê yekê qebûl nake
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de