23:24 22 Çile 2017
Zindî
    PKK-Qendil

    130 xort û keçên Helebce çûne Qendîlê

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 5631

    PKK pêgeha xwe li Helebce berfireh dike

    Piştî derketina şerê Şingalê, rêxistnên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li sînorê parêzgeha Helebce çalaktir bûne, bi awayeî ku ji wê demê û heta niha “130” xort û keçên wê parêzgehê çûne Qendîlê.

    Endamê Tevgera Azadiya Demokratîk a Kurdistanê Soran Hesen Mihemed di daxuyaniyekê de îro, 22ê Nîsanê, ji BasNewsê re ragihand ku “Li sînorê parêzgeha Helebceya Şehîd, piştî ketina Şingalê, bêhtir ji 130 xortî çûne Qendîlê, ji wan 8 keç in, ji wê hejmara gitşî jî 15 kes vegeriyan e û erkê rêxistina nav bajarê girtin sûtyê xwe.”

    Beşek ji malbatên wan xortan ji BasNewsê re gotin ku, dema hebûna nakokiyên malbatî û dûrketin ji dibistanê “bi rêya rêxitsinên wê partiyê (PKK) li Başûrê Kurdistanê, diçine Qendîlê.”

    Li gor zanyariyên BasNewsê, keça berpirsekî komîteya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li sînorê Helebce serpereştiya çûna keçan bo Qendîlê dike, ew bi xwe jî yek ji wan keçên ku çûne Qendîlê ye, praniya wan keçan jî xwendevanên qonaxa amadeyî ne.

    Her li gor zanyariyên BasNewsê, ji sînorê nahiyeya Xurmal ê navçeya Hewramanê, bêhtir ji “8” kes çûne Qendîlê ji wan jî 3 keç in, li Rêveberê Nahiyeya Xurmalê Simko Salar ragihan ku “Di navbera 4-5 xortên wê navçeyê çûne Qendîlê.”

    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de