01:17 24 Cotmeh 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Yekitîya Kurdistanê çawa dikare bête parastin?

    © AFP 2017/ Safin Hamed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Vadîm Makarenko
    0 4711

    Serokê Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî ragihand, ku destêwerdana PKK`ê ya di pêvajoyên Kurdistana Iraqê de nayê qebûlkirin

    Serokatîya Kurdistana Iraqê li Şengalê rast bi pêşbazîya PKK`ê tê. Serokê Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî ragihand, ku destêwerdana PKK`ê ya di pêvajoyên Kurdistana Iraqê de nayê qebûlkirin û li dijî mîlîsên li Şengalê yên ji alîyê PKK`ê ve têne piştgirîkirin derket.

    Rageşîya di navbera PKK û KDP`ê de her diçe zêdetir dibe. Sedema sereke jî ew e, ku serokê Herêma Kurdistanê bi dîktatorîyê ve hate tawanbarkirin. Endamê konseya rêvebir a KCK`ê Dûran Kalkan ragihand, ku destûrê nadine dîktatorîya li Başûrê Kurdistanê û got, ku gereke rayeyên parêzgehên herêmê bêne zêdekirin û parêzgeh bi awayeke xweser bêne rêvebirin. 

    Rexneyên Duran Kalkan bi wê yekê ve girêdayî têne nirxandin, ku rêvebirîya Başûrê Kurdistanê li dijî sazkirina kantona  Şengalê derket. Tawanbarkirinên Kalkan ji alîyê serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve gelek hişk hate pêwazîkirin. Barzanî destnîşan kir, ku Kurdistan bi yasayên xwe ve dijî û ji alîyê parlamentoya xwe ve tê rêvebirin. Barzanî her weha got, ku destûrê nadine wê yekê ku di nav karên Kurdistanê de destêwerdanî bête kirin û tevgera PKK`ê wek hewldanên provokekirina şerê di navbera kurdan de bi nav kir.

    Rawêjkerê hikumeta Herêma Kurdistanê Kîfa Sîncarî li ser wê mijarê wisa ragihand:
    "Serok Barzanî di nameya xwe ya ji bo parlamento, hikûmet û partîyên sîyasî re şandî de behsa wan daxuyanî û binpêkirinan dike, yên ji alîyê sîyasetmedarên derveyê welêt û hundurê welêt de têne belavkirin. Ew dibêjin ku Hewlêr nikare Silêmanîye yan jî Duhokê bi rêve bibe. Daxuyanîyên bi wî awayî rasterast destêwerdana di nav karên navxweyî yên Herêma Kurdistanê de ne. Ji bilî wê jî, li Kurdistanê sazîyên demokratîk ên wek parlamento û hikûmetê hene û wek hemû partîyên sîyasî, hemû gelê Kurdistanê yên ji Şengal heta Xanekînê jî di tê de beşdarîyê dikin. Ji ber wê yekê mafê tu kesî tune ye, ku derbarê rêvebirina Silêmanîye û yan jî Duhokê de daxuyanîyan bide. Ji bo wê yekê parlamentoya Kurdistanê bi rê ve dibe heye. Di nameya ji bo parlamentoyê de serok Barzanî daxwaz dike, ku tedbîrên li hember tevgerên bi wî awayî bêne girtin û destnîşan dike, ku di wê rewşa ku Kurdistan di nav şer de ye û  hebûna wê di bin tehdîdan de ye,  nêzbûnên bi wî awayî nikarin bêne qebûlkirin".

    Problemên reel ên li hember elîta sîyasî ya Kurdistana Iraqê nikarin bêne piştguhkirin, dema xebatên avakirina dewleteke nû têne meşandin. Kurdên Iraqê di nav şertên gelek dijwar de wan xebatan pêk tînin. Ya yekemîn, kurd hewl didin dewleta neteweyî û yekpareyî ava bikin. Di wan şertan de, ku ji bilî dijminê reel ê ku êrişê li kurdan dike, her weha derdorên wê jî dijmin in. Ew dijminahî xwedî karekterên cuda ne: etnîkî, mezhebî, civakî, çandî û yên din. Ya duyemîn, herêm bi eksporta neftê û împorta hemû cureyên eşyayan ve girêdayî ye. Ji bilî alîkarîyên fînansî, niha jî herêm hewceyê alîkarîya leşkerî ye. 

    Ya sêyemîn, gereke neyê ji bîrkirin, ku li Kurdistana Iraqê sîstema pirpartîtî heye û her weha di warê etnîkî, mezhebî û klanî de jî cudabûn hene. Ew faktor jî, li ser perçebûna civaka Kurdistanê metirsîyên cidî saz dike. Ji ber ku hêzên bîyanî bandoreke cidî li hêzên sîyasî yên Kurdistanê dikin. Parlamento kar dike, hikûmeta koalîsyonê xebata xwe berdewam dike, parêzgeh bi rayeyên berfireh ve hatine arastin û di hundirê herêmê de hêzên ji navendê dûr dikevin hene.

    Ya çaremîn, pêvajo di şertên derfetên berfireh ên înformasyonî de tê meşandin: medyayeke berfireh kar dike, bi saya tora berfireh a înternet û telefonên mobîl her kes ji her tiştî agahdar e. Hemû pêngavên desthilatê rast bi rexneyên tund tên. Rexne bi taybet jî ji alîyê partîyên opozîsyonê, dîaspora li Ewrûpa û DYA`yê tên.

    Ya pêncemîn, bi tevî şerê giran yê li dijî DAÎŞ`ê jî, ji desthilata Kurdistanê tê daxwazkirin, ku ji mafê mirovan heta hilbijartinên serokatîyê hemû normên demokratîk re pabend bimîne. Di dîroka Ewrûpayê de jî momentên wisa ne gelek zêde ne, ku di rewşa şerên giran de hilbijartinên demokratîk hatibine lidarxistin.

    Kurdistan ji qonaxeke pir dijwar re derbas dibe. Kurd ji bo welateke serbixwe têdikoşin û eger ew jî nebe, dixwazin herêmên xwe yên dîrokî vegerînin. Kurd dixwazin li ser xaka xwe dewleteke demokratîk ava bikin. Heta niha tu kesî nikarîye di heman demê de wan erkan hemûyan pêk bîne.

    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de