15:00 21 Cotmeh 2017
Zindî
    PKK-Qendil

    HPG: Tevgera leşkerî zêde dibe

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 2201

    HPG'ê da xuyakirin ku tevgera leşkerî ya artêşa Tirk a li ser sînorê Şirnexê û bombebaran dewam dikin

    Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku liv û tevgera leşkerî ya artêşa Tirk a li herêma xeta sînor a Şirnexê bi bombebaraneke zêde dewam dike û destnîşan kir ku li hemberî vê tevgera li nêzî herêma Heftanîn ê di bin kontrola hêzên gerîla de ye, hêzên wan bi dîsîplîn û hesasiyeteke mezin tevdigerin.

    Di daxuyaniya navendê de li ser tevgera leşkerî ya li herêmê ev agahî hatin dayîn:

    "Di 21'ê Nîsanê saet di navbera 11:30 — 17:30 de ji Qereqola Meymûn a li ser sînorê Heftanînê ya di bin kontrola artêşa TC a dagirker de ye, bi çekên giran ên A-4 û ZPT qada Şehîd Kendal hatiye gulereşandin. Her wiha di heman saetan de di navbera qereqolên Meymûn û Çete de tevgereke zêde ya helîkopterên bi tîpa Skorsky hatiye tespîtkirin.

    Wekî din, ji danê nîvro yê 21'ê Nîsanê heta saet 08:00 ê 22'ê Nîsanê, li ser Deriyê Davetiya û xeta sînor, bi pêgerên hewayî yên bê mirov keşif hatiye kirin.

    Ji 19'ê Nîsanê û pê ve, li derdora Santrala Termîk, Kana Komirê, Girê Herbûl û Dêra Sor ên li herêma di navbera gundên Bespîn û Gitê yên navçeya Şirnexê Silopiyê, artêşa Tirk a dagirker û cerdevan kemînan datînin.

    Li gundên Bespîn û Gitê yên Silopiyê, yekîneyeke kontra kincê gerîla li xwe kiriye û li nava gel digere.

    Di nava 2 rojên dawî de li qereqola Siyah Kara ya li Girê Slêp ê qada Kirya Reşa ya Silopiyê tevgera leşkerî zêde bûye. Li navenda Şirnexê jî tevgera zêde ya helîkopterên Skorksy û veguhastina leşkerên Tirk hatiye dîtin.

    Wekî din li hemberî qadên li derdora qereqola Şikefta Sor a li nava sînorê Silopiyê ku di bin kontrola artêşa Tirk de ye, bi obus û hawanan hatine bombekirin.

    Di 21'ê Nîsanê saet di navbera 13:00 — 14:00 de li qada Çiyayê Reş a Zapê, saet di navbera 21:00 — 21:30 de li qada Cîloyê Biçûk û Ertûşê pêgerên hewayî yên bê mirov keşif kirine, saet di navbera 23:00 û 02:30 ê 22'ê Nîsanê de jî li qada Çiyayê Reş tevgera balafirên şer hatiye tespîtkirin.

    Di êvara 19'ê Nîsanê de li quntarên girê Cum ê navçeya Amed Liceyê artêşa TC a dagirker derketiye operasyonê. Operasyon di heman êvarê de bê encam bi dawî bû."

    Etîketan:
    Tirkîye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de