23:23 22 Çile 2017
Zindî
    PKK-Murat Karayilan - KCK

    Şandek ji başûrê Kurdistanê serdana KCK dike

    AFP / MUSTAFA ÖZER (2009)
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 4901

    Ji PKK tê xwestin ku şerê ragihandinê û destwêranê di karûbarê başûrê Kurdistanê de rewestîne

    Şandek ji başûrê Kurdistanê wê serdana Partiya Karkirên Kurdistanê PKKê bike û daxwazê jê bike ku şerê ragihandinê rawestîne.

    Di bernameyên 21 Nîsanê yên telvîzyona NEWROZ de, êrîşekî ragihandinê bir ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest pêkir, di wê êrîşê de daxwaz ji Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hatiye xwestin ku ji başûrê Kurdistanê dûr bikeve û di piroseya siyasî beşdar nebe. Çavkaniyeke ji PDK nêzîk amaje bi wê yekê kir ku, PDK li vê ragihandinê venagerîne ji bo parastina ezmûna Herêma Kurdistanê.

    Endamê beşdarbûyî li civîna Serokê Herêmê li aliyên siyasî “Ebû Karwan” ji BasNews re ragihand ku, di wê civînê de daxwaz hatibû kirin ku ti alî destê xwe nexe nav karê başûrê Kurdistanê û biryare şandek ji Parlemento, Hikûmet û Partiyên Siyasî serdana PKK bikin û jê bixwazin ku şerê ragihandinê li dijî başûrê Kurdistanê rawestîne.

    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de