10:55 18 Çile 2017
Zindî
    Sebrî Ozdemîr

    Sebrî Ozdemîr: `Hilbijartin çiqas nêz dibe, qirêjiya AKP bêhtir derdikeve holê`

    © Foto: Gulnush Ergul
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 3711

    Serokê Şarederiya Batmanê Sebrî Ozdemîr dibêje, `di bûyera Agirî de me rûyê hikûmeta Tirkiyeyê qirêj dît. Divê em li hember van provokasyona hişyar bin. Di vê hilbijartinê de her daim em bang li gelê xwe dikin, li dijî provokasyona hişyar bin`.

    Peymanêra `Spûtnîk Kurdistan `Gulnûş Ergul  li gel Serokê Şaredariya Batmanê Sebrî Ozdemîr, li ser mijarên aktuel ên rojeva Tirkiye  û Bakûrê Kurdistanê axivî:

    Ozdemîr amaje dike ku  hilbijartinên parlam,entoyê yên  7’ê Haziranê gelê kurd bêhtir nêzî hev dike û tirsa AKP’ê ewe ku HDP ji bendê derbas bibe û ji ber wê yekê jî hilbijartin çiqas nêz dibe, qirêjiya AKP bêhtir derdikeve holê:

    “ Bi provokasyonan dixwazin hêza gelê kurd bişkînin. Bûyerên li Agirî  jî derxist holê ku hikûmeta Tirkiyê çareserkirina pirsgirêka kurd naxwaze. AKP ji bo ku bikaribe iktidara xwe berdewam bike, dikare her leyistokan bike. Me di vê buyera Agirî de  rûyê hikûmeta Tirkiyeyê qirêj dît. Divê em li hember van provokasyonan hişyar bin”.

    Ozdemîr li ser pêvajoya çareseriyê jî weha diaxive: “AKP hebe, tune be, pirsgirêka gelê kurd mecburî divê were çareser kirin. AKP  pêvajoya çareserkirina pirsgirêka kurd wisa dide nîşandan ku ew her tiştî dike. AKP ji iktidarê here û kî were şuna wî jî mecbure vê pirsgirêkê çareser bike. Yan wê pirsgirêka kurd çareser bibe, yan jî rewşa Tirkiyê bibe wek rewşa Suriye. Êdî gelê kurd, bindestî qabul nake.  Ji bo ku aqîbeta Tirkiyê nebe wek wan dewletên ereban, partiya me û gelê kurd xebateka herî bilind dide nîşandin. Ji bo vê jî hikûmeta Tirkiye divê gavên demokratîk bavêje”.

    Serokê şaredariya Batmanê balê dikşîne ser rewşa şêniyên Şengal  û Kobanê ku ji ber zilma DAİŞ’ê reviyane û niha li Batmanê di kampan de û weha diaxive: “Gelê Batmanê bi rihekî seferberî piştgrî dide penaberan. Aniha gelê me yê ku ji Şengalê hatine Batmanê 1600 kes li kampa bicîh bûne. Lê nêzî 7000 xelqê me yê ji Kobanê jî li Batmanê hene. Em nahêlin ku tu pirsgirêkên wan derkevin. Doktorên me li kampê haftê sê caran wan kontrol dikin. Em ji her awayî ve alikarî didin wan. Wekî hûn dizanin Kobanê ji nûva tê avakirin, em ji bo ku Kobanê bê avakirin alikari dikin. tiştê ku ji destê me tê, em dikin”.

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de