07:58 25 Gulan 2017
Zindî
    Barzanî ligel sê sekretêrên ENKSê civya

    Barzanî: Rêkeftina Dihokê hewla me ya dawî ye

    © AFP 2017/ Safin Hamed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 3412

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê têkilyên bi Rojavayê Kurdistanê re axivî û got ku tenê ew dixwazin jibo bendên rêkeftina Dihokê bên cibecîkirin

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka ragihand ku tu-mercên Herêma Kurdistanê bo her du aliyên sereke yên Rojavayê Kurdistanê,

    Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (TEV-DEM), nînin, tenê ew dixwazin ku bendên rêkeftina Dihokê bên cibecîkirin.

    Roja 22ê Cotmeha 2014an bi serpereştiya Barzanî, ENKS û TEV-DEMê rêkeftina Dihokê îmze kirin da ku destbi karê hevbeş li Rojavayê Kurdistanê bikin û nakokiyên ku hene

    çareserbikin.

    Yek ji xalên sereke yên rêkeftina Dihokê, avakirina Lêvegera Siyasî ya Kurdî bû, ew xal jî pêkhat, lê piştî ku TEV-DEMê hilbijartinên şaredariyan li Kantona Cizîrê encam dan,

    ENKS karên xwe di Lêvegerê de rawestand û niha rola Lêveger nemaye.

    Di vê derbarê de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî wek nerazîbûnekê li ser nakokiyên berdewam di navbera ENKS û TEV-DEMê de ragihand ku `Tu —projeyeke me ya nû

    nîne, rêkeftina Dihokê hewla me ya dawî bû.`

    Bi heman mijarî:

    Barzanî û aliyên siyasî destêwerdana PKK li Başûr red dikin
    Mesûd Barzanî: ti bûyer nikare rê li ber hewlên ji bo serxwebûna Kurdistanê bigire
    Mesûd Barzanî wê serdana Waşîngtonê bike
    Mesûd Barzanî li gel paertiyên siyasî civiya
    Barzanî diçe Amerikayê
    Partiyên Rojava li ba Barzanî gilî li PYDê kirin
    Etîketan:
    Kurdıstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de