23:22 22 Çile 2017
Zindî
    Jin û zarên êzîdî ji dest DAÎŞ`ê  hatin rizgarkirin

    Komek din ji kurdên êzîdî rizgar bûn

    © Foto: Osman Ba]qali
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1601

    Îro 30 kurdên êzîdî yên din ji destê rêxistina DAIŞê rizgar bûn û gihiştine navçeyên di bin kontrola Hêzên Pêşmerge de.

    Li gor zanyariyên Rûdawê,  ew 30 kesên ku ji destê DAIŞê rizgar bûn, 4 ji wan jin, 3 zilam û 23 zarok in.

    Ev kes  xelkê gundê Herdan, Komelgeha Dihola û Gir Zerikinê ne û ew bi alîkariya hêzên asayişê û Hêzên Pêşmerge hatine rizgarkirin.

    Duhî jî, ofîsa serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo karûbarên koçberan li Dihokê bi hevahengî ligel asayişa Şingalê, 8 kurdên êzîdî rizgarkirin.

    Mehmûd Nûrî ji ofîsa serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo karûbarên koçberan li Dihokê ji Rûdawê re ragihand ku  `heta niha 950 kurdên êzîdî li Iraq û Sûriyê ji destê DAIŞê

    rizgarbûne û piraniya wan bi peran hatine rizgarkirin.`

    Bi heman mijarî:

    18 kurdên êzîdî rizgar bûn
    Etîketan:
    Kurdıstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de