03:43 27 Gulan 2017
Zindî
    PKK-Qendil

    Barzanî û aliyên siyasî destêwerdana PKK li Başûr red dikin

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 4410

    Duh, roja duşemê, li Pîrmamê bi serpereştiya Mesûd Barzanî, civîna ne çaverêkirî ya aliyên siyasî ligel Barzanî birêve çû.

    Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, civîn bi mebesta gotûbêjkirna rewşa şerê li dijî rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ), her weha rewşa siyasî ya Kurdistan

    û Iraqê û serdana çaverêkirî ya Barzanî bo Amerîka hat lidarxistin.

    Lê li gor zanyariyên BasNews, di civînê de bi hûrî behsa destêwerdana PKK li Başûrê Kurdistanê û pêkanîna Heşda Şeibî li sînorên madeya 140 hat kirin, hemû partiyan jî

    destêwerdana PKK di karûbarên Herêma Kurdistanê de û her curê destêwerdanekê jî ku ziyanê bighîne berjewendiyên bilind ên Kurdistanê red kirin.

    Herwiha beşdarbûyên civînê, ku tevaya partiyên Kurdistanî bûn, babeta Heşda Şeibî li navçeyên Kurdistanî bi her awayekî red kirin, hemû aliyek jî wek nûnerên xelkên

    Kurdistanê, piştgiriya xwe bo serdana Barzanî ya çaverêkirî bo Amerîka derbirîn.

    Bi heman mijarî:

    Mesûd Barzanî: ti bûyer nikare rê li ber hewlên ji bo serxwebûna Kurdistanê bigire
    Mesûd Barzanî wê serdana Waşîngtonê bike
    Mesûd Barzanî li gel paertiyên siyasî civiya
    Barzanî diçe Amerikayê
    Partiyên Rojava li ba Barzanî gilî li PYDê kirin
    Etîketan:
    Kurdıstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de