23:21 22 Çile 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Mesûd Barzanî: ti bûyer nikare li ber hewlên ji bo serxwebûna Kurdistanê bigire

    © AFP 2016/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 2301

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku ti bûyer nikare rê li ber hewlên wan ji bo serxwebûna Kurdistanê bigire.

    Mesûd Barzanî di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka ragihand ku `pirsa serxwebûna Kurdistanê û hewlên me ji bo vê yekê berdewam dikin û ti bûyerek nikare rê li ber vê

    yekê bigire. Ev mijar, ne bi şer, lê tenê bi lihevkirina aliyan çêdibe.`

    Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir ku `partiyên Rojhilat û Bakurê Kurdistanê bi awayekî xwebexş li Başûr şerê DAIŞê kirin û tu alî rê li pêşiya wan negirt.`

    Derbarê rola Îran di Iraqê de, Barzanî wiha got: `Îran wek welatekî cîran dikare alîkariya Iraqê bike. Li gorî agahiyên me Îran di operasyona Mûsilê de beşdar nabe. Em wek

    Herêma Kurdistanê me ji serî ve birayar daye ku em têkeliyên xwe ligel welatên ciran avabikin.`

    Barzanî derbarê beşdarbûna Tirkiyê di operasyona kontrolkirina Mûsilê dejî  wiha domand: `Ez bawer nakim ew welat beşdar bibe û pêwîst nake ku beşdar bibe, lê eger wek

    pispor û bi dana çek û teqemeniyan alîkariya me bike, emê spasiya wan bikin.`

    Barzanî di derbarê civîna bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî de ragihand: `Encamên baş ên wê civînê hebûn, lê pirsgirêkên ku ji sala 2003an ve heya niha berdewam dikin, di

    serdanekê de û bi civînekê çareser nabin.`

    Bi heman mijarî:

    Mesûd Barzanî wê serdana Waşîngtonê bike
    4 jin û 4 zarok rizgar ji destê DAÎŞ bûn
    Mesûd Barzanî li gel paertiyên siyasî civiya
    Barzanî diçe Amerikayê
    Partiyên Rojava li ba Barzanî gilî li PYDê kirin
    Etîketan:
    Kurdıstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de