01:20 24 Cotmeh 2017
Zindî
    Ala Kurdistanê

    4 jin û 4 zarok rizgar ji destê DAÎŞ bûn

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 601

    Bi alîkariya ofîsa serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo karûbarên koçberan li Dihokê, 8 kurdên êzîdî ji destê DAIŞê rizgar bûn û gihiştin nahyeya Sinûnê.

    Mehmûd Nûrî ji ofîsa serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo karûbarên koçberan li Dihokê ji Rûdawê re ragihand: `Bi hevahengî ligel asayişa Şingalê, me karî 8 kurdên êzîdî rizgar bikin. Heta ku ji destê me bê, emê wan kurdên di destê DAIŞê de rizgar bikin.`
    Nûrî wiha got: `heta niha 950 kurdên êzîdî li Iraq û Sûriyê ji destê DAIŞê rizgarbûne û piraniya wan bi peran hatine rizgarkirin.`
    Rêveberê asayişa Şingalê Qasim Simo ji aliyê xwe ve ji Rûdawê re ragihand ku ` ev kes 4 zarokin û 4 jin in û xelkê gundê Koço ne, her weha rewşa wan jî başe`.
    Di vê mehê de û di nava çend caran de, nêzîkî 100 kurdên êzîdî ji navçeyên di bin kontrola  DAIŞê de rizgar bûne.
    Tê zanîn ku piştî êrişa DAIŞê li ser Şingalê, kesên ku ketin destê wan de, mêr û xort hatin kuştin û jin û keç û zarok ji xwe re birin û piraniya wan firotin.

    Bi heman mijarî:

    18 kurdên êzîdî rizgar bûn
    Etîketan:
    Kurdıstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de