19:13 25 Gulan 2017
Zindî
    Barzanî ligel sê sekretêrên ENKSê civya

    Mesûd Barzanî serdana Waşîngtonê bike

    © AFP 2017/ Safin Hamed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Vadîm Makarenko
    0 6911

    Serokê Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî wê serdana Waşîngtonê bike.

    Tê payîn ku serdana Serokê Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî li DYA  wê di dawiya nîsanê de pêk were. Aliya kurd hêvî dike ku di wê serdanê de bikaribe pêşaniya xwe ya di peywendiyên Waşîngton û Hewlêrê de jinûve vegerîne.

    DYA hevpeymana sereke ya Kurdistana Îraqê ye. Lê belê di peywendiyên wan de her tişt xweş nameşe. Hêjayê bi bîrxistinêye ku serdana berê ya serokê Herêma Kurdistanê, ku ji bo meha nêsanê sala 2014 hatibû plankirin,  bi înîsyatîva Mesûd Barzanî bi xwe hatibû betalkirin.  Wekî sedem jî hatibû destnîşankirin, ku wê demê her du partiyên desthilatdar ên herêmê: PDK û YNK di lîsteya fermî ya rêxistinên terorîstî de bûn. Lê di rastiyê de rehê  nerazîbûna aliya kurda hîn kûrtir bû, a rast jî, sedem sîyaseta antî kurd a Nûrî Malîkî bû.  Lê Malîkî di meha îlonê ji desthilatê hat bidûrxistin û di meha mijdarê de jî navê PDK û YNK ji lîsta rêxistinên terorîstî hat derxistin û ji ber serkeftina kudan a li hember DAÎŞ`ê êdî dest bi pesndana kurdan dihat kirin.

     Lê belê, tevî giringî û xweseriya kurdan a di şerê DAŞ`ê de, rêveberiya Obama Kurdistan  tenê wekî herêmeke otonom a di nava Îraqê dibîne û hemû erkên rêvebirin û koordînasyonê, heta di şerê dijî DAÎŞ`ê de jî dide hikumeta Îraqê.  Bê guman, Waşîngton hêvî dike ku Îraq wê bibe federasyoneke rastîn, lê belê di demên dawî de hêviyên DYA kêm caran dibin rastî. 

    Rawêjkerê dîwana serokariya Başûrê Kurdistanê yê di warê ragihandinê de Kîfah Sîncarî  tekez dike ku serdana Mesûd Barzanî ya li DYA li gor vexwendina Waşîngtonê hatiye plankirin:

    "Tu peywendiyeke rasterast a serdana serok Barzanî ya li DYA bi serdana  serokwezîrê Îraqê Ebadî  re tune. Beriya demekî serok Barzanî hatibû   vexwendin li Waşîngtonê û vê gavê amadekariya wê serdanê tê kirin. Bê guman, di gotûbêjan de wê heman mijarên giştî yên ku di serdana serokwezîr Ebadî de hatibûn gengeşîkirin, wê dîsa bêne rojevê. Bo nimûne, şerê dijî DAÎŞ`ê û operasyona rizgarkirina Mûsilê. Lê serdana han xwedî bernameyeke serbixwe ye, lewma jî peywendiyên Waşîngton – Bexda û Waşîngton – Hewlêr  wek du hêlên serbixwe yên dîplomasiyê têne pêşvebirin". 

    Di maweya serdana Barzanî de wê pirsa sereke ew be: gelo  di dîyaloga Hewlêr – Bexdayê de Amerîka wê çiqas pitgiriya Hewlêrê bike? Û wekî xuya dibe, piştî derxistina DAÎŞ`ê ji erdê Îraqê, diyaloga han ji aliya Bexdayê ve wê pir hişk bê meşandin.  Hebûna Kurdistanê û sîyaseta wê ya serbixwe wekî herêmeke otonom a di nava Îraqê de bi xwe re gelek pisgirêkan tîne. Lê vê gavê pirsa herî acil herêmên kurdnîşîn ên li derveyî  desthilata Kurdistanê ne. Herêmên han vê gavê di bin kontrola Pêşmerge de ne. Lê pirs ew e, gelo wê bê qebûlkirin ku herêmên han bi awayeî hiqûqî derbasî kontrola Hewlêrê bibin, heta eger kurd di serxwebûna xwe  de ne bi îsrar bin? Û ya din jî, tevî rêkeftina Bexdayê ya 2 kanûnê sala 2014-an,  mafê Kudistanê ya deranîn û firotina petrola xwe jî hêj safî ne bûye.

    Divê hemû pirsgirêkên  beriya destpêbûna êrîşa ser Mûsilê bêne çareserkirin. Ji ber ku çiqas metirsiya ji aliya DAÎŞ`ê kêmtir bibe,  meşandina dîyalogê li gel hikumeta şiî ya Bexdayê jî, wê ewqas zehmetir be.  

    Heyder Ebadî
    © AP Photo/ Jacquelyn Martin

    Bê guman, di encamê şer de Kurdistan di hêla sîyasî û leşkerî de pir pêş ket.  Lê Bexda jî bi lez û bez hêzên xwe komî ser hev dike. Bo nimûne, Amerîka êdî zêdetirî ji 5 hezar serbazên nû perwede kirin û  heşt hezar jî di demekî nêz de wê perwerdehiya xwe biqedînin.  Payîzê jî wê pîlotên leşkerî yên Îraqê pewerdehiya xwe ya li ser balafirên jet ên F-16 biqedînin. Û ya herî giring jî ew e, ku ji Îranê re maf hatiye dayîn ku alîkarî bi hikumeta Îraqê bike.

    Li pêşiya dîplomasiya kurd erkên pir giring hene.  Yek ji wan a herî sereke jî ew e, ku divê ew destkeftên ku ji meha hezîranê sala 2014 û vir ve bi zora çekê hatine bidestxistin, bêne parastin û di Makeqanûnê de bêne çespandin.

    Bi heman mijarî:

    Mesûd Barzanî li gel paertiyên siyasî civiya
    Barzanî diçe Amerikayê
    Partiyên Rojava li ba Barzanî gilî li PYDê kirin
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de