05:38 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Leşkerên tirk

    Tevgera artêşa Tirk dewam dike

    © Sputnik/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 3001

    Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk li herêmên kurdnîşîn roj bi roj zêde dibe.

    Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin, ku tevgera leşkerî ya artêşa Tirk zêde dibe û dewam dike.

    Li gorî agahiya ajansa Firatnews, der barê tevgera artêşa Tirk de navendê ev daxuyanî bi raya giştî re parve kir:

    "Di 18'ê Nîsanê saet di 23:00 de balafirên şer ên artêşa TC a dagirker li ser herêma Qendîlê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê geriyane. Ev tevgera hewayî li qadên me yên gerîla zêde bûye. Li gorî vê yekê;

    Di 18'ê Nîsanê saet di navbera 04:00 — 19:00 de li qada Şehîd Rahîme û saet di navbera 17:00 — 20:00 de li qada Mêrgê yên herêma Avaşînê, saet di navbera 09:00 — 10:00 û 19'ê Nîsanê saet di navbera 01:00 — 11:00 de li herêma Zapê bi pêgerên hewayî yên bê mirov keşif hatiye kirin.

    Di 18'ê Nîsanê saet di navbera 14:00 — 15:30 de ji Girê Meymûn ê li sînorê Heftanînê yê di bin kontrola artêşa TC a dagirker de ye, bi çekên giran qada Şehîd Kendal hatiye bombekirin.

    Ji 17'ê Nîsanê û pê ve artêşa Tirk li derdora Girê Gundê Melê yê Şirnexê derketiye operasyonê û kemînan datîne."

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de