11:29 23 Çile 2017
Zindî
    YPG, Kobanê, DAÎŞ

    Li Kobanê û Hesekê 19 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1401

    Di 24 seetê derbasbûyî de Hêzên Kurdî ziyanek mezin gihandin çekdarên DAIŞê û 19 ji wan kuştin

    Di 24 seetê derbasbûyî de Hêzên Kurdî li Kobanê û Hesekê 19 çekdarên DAIŞ kuştin û yek jî bi dîlî ket destê wan de, lêbelê şervanekî kurd jî şehîd ket.
    Di daxuyaniyekê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand ku: “Hêzên Kurdî 2 çekdarên DAIŞ di dema rizgarkirina gundê “Ernî” li başûrê Kobanê kuştin û çekdarekî bi navê (Mistefa Elibêd- ji daykbûyê 1992) ji bajarê Reqayê  jî dîl girtin.
    Herwiha di daxuyaniyê de hatiye ku “Li gundê Koktibe Hêzên Kurdî otombîlek bombekirî ya DAIŞê berî ku bighê armanca xwe teqandin û 11 çekdar jî li wê devrê kuştin, destên xwe danîn ser Tankekê û komek ji çek û teqmeniyên wan, herwiha otombîleke Doşka li gel 2 çekdaran li derdora gundê Xanî başûrê Kobanê rûxandin û her du çekdar jî hatin kuştin”
    Li gor ragihandina Basnewsê, ji aliyekî din ve daxuyaniya YPGê amaje bi wê yekê jî kir ku, Şervanên Kurd 4 çekdarên DAIŞê li derdora gundê Xizêla başûrê Til Hemîs li parêzgeha Hesekê kuştin.
    Daxuyaniyê şehîdbûna Şervanekî Kurd jî li gundewarê Kobanê ragihan.

    Etîketan:
    Kurdıstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de