03:42 27 Gulan 2017
Zindî
    Jin û zarên êzîdî ji dest DAÎŞ`ê  hatin rizgarkirin

    18 kurdên êzîdî rizgar bûn

    © Foto: Osman Ba]qali
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1801

    18 kurdên êzîdî yên din ji bajarokê Tileferê yê roavayê Mûsilê ji destê DAIŞê rizgar bûn

    Çavkaniyekê ji ofîsa serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo karûbarên koçberan li Dihokê ji Rûdawê re ragihand: “Îro, 3 malbatên xelkê gundên Koço, Hakimiyê û Til Benat yên ser bi Şingaklê ve ku ji 18 kesan pêk tên, ji destê DAIŞê rizgar bûn.”

    Heman çavkaniyê eşkere kir ku, “Ew 18 kes ji devera Tileferê bi alîkariya ofîsa serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo karûbarên koçberan û bi hemahengiya asayişa Şingalê gihiştine destê Pêşmerge.”
    Çavkaniyê herwiha got: “Ew 18 kes niha di rêya Dihokê de ne û dema bigihin wir dê li nexweşxaneyê pişkinîn pêwîst ji bo wan bên kirin.”

    Tê zanîn ku piştî êrişa DAIŞê li ser Şingalê, kesên ku ketin destê wan de, mêr û xort hatin kuştin û jin û keç û zarok ji xwe re birin û piraniya wan firotin.

    Etîketan:
    Kurdıstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de