09:34 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Pêşmerge- Mûsil - operasyon - pêşmergeyên kal

    Kerkûk- Hêzên Pêşmerge armanca xwe bi cîh anîn

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 2011

    Hêzên Pêşmerge li rojavayê Kerkûkê, dest bi operasyoneke berfireh li dijî DAIŞê kirin û di encamê cihên ku di pilana wan de bûn hemû kontrol kirin

    Hêzên Pêşmerge li rojavayê Kerkûkê ji aliyê gundê Cedîdeyê, dest bi operasyoneke berfireh li dijî çeper û navendên DAIŞê kirin.

    Rêveberê Polîsên Navçe û Nahyeyên Kerkûkê, Emîd Serhed Qadir ji Rûdawê re ragihand: "Hêzên Pêşmerge gundê Til Ehmed û xeta tirênê ya di navbera gundê Beşîr û Uzêriyê de kontrol kirin."
    Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê, “Operasyona Pêşmerge bi piştevaniya balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî ye û armanca wê girtina gundên Uzêriye û Etşaniye ye.”

    Lê niha peyamnêrê Rûdawê ji nava gundê Uzêriye ragihand: "Herdu gund bi temamî ketin destê Hêzên Pêşmerge de."

    Meha Adara borî, li sînorê eniya Daquqê, Hêzên Pêşmerge gundên Sead, Xalid û Wehde kontrol kirin û li wir gihîştin Wadî Neft. Herwiha ji aliyê başûrê Kerkûkê jî devereke berfireh girtin.
    Li gorî peyamnêrê Rûdawê, ew êrişa Pêşmerge bo xistina guvaşê ye li ser navçeyên li derdora gundê Beşîr e.

    Etîketan:
    Kurdıstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de