18:35 27 Gulan 2017
Zindî
    Kobanê

    Kobanê: Qirkirina DAIŞê û azadkirina 332 gundan

    © AFP 2017/ Yasin Akgul
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 2811

    Hêzên Kurdî li bajarê Kobanê 332 gund rizgar kirine, prose jî berdewam e û heta niha bi sedan çekdar hatine kuştin.

    Roja 26ê Çileya sala 2015an, Hêzên Kurdî karîn bajarê Kobanê bi temamî ji bin destê çekdarên rêxitsina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) rizgar bikin, piştire jî dest bi operasyonên azadkirina gunadn kirin.
    Azadkirina gundên Kobanê li ser çend qonaxan hat, pêşdeçûna Hêzên Kurdî jî bi awayekî berçav dihat dîtin, ew jî bi piştgiriya topxaneya Pêşmergeyan li ser erdê û firokeyên hevpeymanan li ezmana Kobanê bû.
    Rewangiha Sûrî ya Mafên Mirovan, ku taubet bi zanyarî û amarên Sûriyê ye û navedna wê London e, ragihand ku, heta niha 332 gundên Kobanê hatin rizgarkirin.
    Bi azadkirina wê hejmara gundan re, hemû navçeyên rojavayê bajarê Kobanê, praniya navçeyên rojhilatê-başûrê bajêr ketine bin kontrola Hêzên Kurdî de. Li rojhilatê bajêr jî Hêzên Kurdî gehiştine kargeha Lavarj a Frensî ya cêmento û gundên derdora wê heta digihe sînorê îdarî yê parêzgeha Reqayê, li başûrê jî gehiştine gundê Sirîn yê ku ji 26ê Çileya borî ve ketiye dest DAIŞê de.
    Ji dema destpêkirina êrîşa çekdarên DAIŞê bo ser Kobanê, di 16ê Êlona 2014an de, hezar û 442 çekdarên DAIŞê, ji regeznameyên cûda, hatine kuştin, di nav wan de 60 çekdarî kiryarên xwekujî encamdabûn.
    Di nava rêzên şervanên Kurd de jî, 561 şervan şehîd bûne. 26 şervanên grûpên Artêşa Azad a Sûriyê jî di şe û pevçûnan de şehîd bûne.
    Ji nav Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê jî, yên ku roja 30ê Cotmeha 2014an derbasî Kobanê bibûn û amaje hene ku di demek nêzîk de wê bi temamî ji wî bajêrî vegerin piştî armanaca xwe li wir pêkanîne, Pêşmergeyek bi navê “Zêrevan Ekrem Mizûrî” şehîd bibû.
    Niha ji sedî 70yê bajarê Kobanê wêran bûye, lewma pêwîstî bi dubare avakirina bajêr heye, derbider û koçberên Kobanê jî hîn li kampêm Bakurê Kurdistanê û li Başûrê Kurdistanê ne, tevî ku hejmarek ji wan vegeriyane warê xwe.

    Etîketan:
    Kobanê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de