20:23 27 Gulan 2017
Zindî
    DAIŞ

    DAIŞ dêrek li Til Temir bi temamî rûxand

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1101

    Çekdarên Rêxistina Dewleta Islamî (DAIŞ) dêrek li gundê Til Nesrî yê ser bi bajarê Til Temirê ve li parêzgeha Hesekê li Rojavayê Kurdistanê bi temamî rûxandin.

    Çalakvanê Kurd  ji bajarê Til Temirê Mihemed Şêxo ji BasNews re ragihand ku `Çekdarên DAIŞê duh 16 Nîsanê dêra Meryem Elezraa ya li gundê Til Nesrî (1 km başûrê Til Temirê)

    bi temamî rûxandin piştî ku ew teqandin bûn`.

    Herwiha Mihemed Şêxo got ku çekdarên DAIŞê, bi  hinceta ku Xaç li ser hatine danîn, ew Dêr teqandin.

    Berî demekê çekdarên DAIŞê beşek ji dêra Meryem Elezraa  teqandibûn, lê bi temamî nehatibû rûxandin, herwiha ji 23.02.2015 ve di navbera Şervanên Kurd û çekdarên DAIŞê

    li Ti Temirê û gundewarên wê şer berdewame.

    Bi heman mijarî:

    Termên 27 çekdarên DAÎŞ li gundê derdora Tel-tamirê hatin dîtin
    Etîketan:
    Kurdıstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de