20:12 29 Gulan 2017
Zindî
    Barzanî ligel sê sekretêrên ENKSê civya

    Barzanî diçe Amerikayê

    © AFP 2017/ Safin Hamed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 2001

    Serokê Herêma Kurdistanê di demekî nêzîk de wê serdana Amerîkayê bike.

    Cigîrê Wezîrê Derve yê Amerikayê Brett Mcgurk di daxuyaniyeke taybet de ji Rûdawê re diyar kir ku li ser vxwendina fermî ya Amerîkayê, Mesûd Barzanî wê serdana Washingtonê bike.  Mcgurk da zanîn ku  ew niha mijûlî amadekariyên jibo serdana Barzanî ne.

    Mesûd Barzanî wê di vê serdana xwe de bi serokê Amerîkayê Barack Obama û Cîgirê serokê Amerîkayê Joe Biden re bicive.

    Beriya niha Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi serdaneke fermî çûbû Washingtonê û di civîna ligel Obama de jê alîkariya çekan û aborî xwestibû.

    Barzanî beriya niha ji ber ku Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di nava listeya terorî ya Amerîkayê de bûn vexwedanên xwe ji bo Amerikayê betal diker.

    Kongreya Amerîkayê Berfenbara 2014ê navê herdu partiyên Kurdan ji nava listeya terorî derxist.

    Bi heman mijarî:

    Partiyên Rojava li ba Barzanî gilî li PYDê kirin
    Etîketan:
    Mesûd Barzanî, DYA, Kurdıstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de