20:14 29 Gulan 2017
Zindî
    ENKS-Rojava

    Li Ceneve lûtkeya aliyên kurdî

    © Foto: Twitter
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1311

    Tê pêşbînîkirin ku Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li bajarê Swîsreyê-Ceneve bicivîn.

    Rêvebirê ENKSê Mistefa Henifî ji Rûdawê re diyar kir ku şandeke wan ya  ji 3 kesan pêk tê, li ser vexwendina Saziya Mehed Ed Tekurdan û Demokratîk çûye Cenevê.

    Henifî got ku ew şand ji Serokê ENKSê Tahir Sefuk, Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) Siûd Mele û Endamê Poliburoya Partiya Paşverî Ehmed

    Silêman pêk tê. Armanca wê civînê ew e ku mercên rêkeftina Dihokê pêk were û pirsgirêkên di navbera ENKS û TEV-DEMê de bên çareserkirin.

    Henîfî diyar kir ku şanda ENKSê di civîna Saziya Mehed Ed Tekurdan û Demokratîk de ev daxwaz kirine:

    `Leşkeriya neçar were rakirin. Kesên ku temenên wan ji 18ê biçûktir nebin leşker. Hilbijartinên Kantona Cizerî were dubarekirin. Herwiha girtî bên berdan.`

    Henifî anî ziman ku ew bihêvîne ku ji wê hevdîtinê encamek baş derbikeve û da zanîn  ku Saziya Mehed Ed Tekurdan û Demokratîk wê di demek nêzîk de hevdîtine ligel

    TEV-DEMê jî pêk bîne.

    Rêvebirê ENKSê got ku dibe li Cenevreyê ew hevdîtinek ligel TEV-DEMê jî bikin.

    Bi banga Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî Cotmeha 2014an li bajarê Dihokê di navbera ENKS û TEV-DEMê de peyamek hatibû îmzekirin.

    Lê mercên pêyama Dihokê jî wekî ya 2012an a Hewlêrê ne hatine bicihkirin.

    PYD li Rojavayê Kurdistanê di sala 2014an de li Cizerî 21ê Çileyê, li Kobanê 27 Çileyê û li Efrînê jî 29 Çileyê reveberiya kantonê raihandibû.

    Bi heman mijarî:

    Ehmed Berekat: ENKS di rewşeke lewaz de jiyan dike.
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de