18:13 29 Gulan 2017
Zindî
    Kobanê

    Kobanê- Xelk naxwazin ku malên wan bibin mûze

    © AFP 2017/ Yasin Akgul
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1401

    Hin cihên ku jiber şer wêran bûne, wê li bajarê Kobanê bibin mûze. Xwediyên xaniyên li van cihan jî ji vê yekê ne razî ne.

    Rêveberên Kobanê  bi beşdarbûna nûnerên TEV-DEMê, beşek ji xwediyên malên ji taxên ku wê bibin mûze û hin kesayetiyên civakî civînek lidar xistin û têde dengdan li ser hersê cihên ku wê bibin mûze hat kirin.

    Li gotr zanyariyên Rûdawê, di encama dengdanê de, bi piraniya dengan hat qebûlkirin ku ew 3 cih bibin mûzeyek.

    Her weha, li gor zanyariyên Rûdawê, hin xwediyên malan û beşdarên di wê civînê de nerazîbûna xwe li ser mûzeyê anîn ziman.

    Cihên ku wê li nava bajarê Kobanê bibin mûzeyeke şerê vî bajêrî, li derdora Qada Azadî, navenda çand û hunerê ya Baqî Xido û li derdora çargoşeya ewlekarî û dibistanan û yek

    jî di navbera bazara keskatiyê û mizgefta Hec Reşad de ye.

    Her sê cihên ku biryar hatiye dayîn bibin mûze, wê wek pêşniyarî jibo kongreya Amedê ya taybet bi ji nû ve avakirina Kobanê ve werin pêşkêşkirin.

    Bi heman mijarî:

    Kobanê- Li başûr tenê 2 xal û gundek mane
    Li Kobanê xendek tên kolandin
    Li Kobanê heta niha 100 ton teqemenî hatiye bêzirarkirin
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de