17:45 23 Çile 2017
Zindî
    Recep Tayîp Erdogan

    Fehîm Işık: ‘AKP dixwaze tevgera kurd bikşîne nava şer`

    © Sputnik/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 6831

    Eksperê kurd Fehîm Işik dibêje, bi   bûyera Agiriyê re derket holê ku, AKP  dixwaze  tevgera kurd carekî din bikşîne  nava şer û bi vê mabestê bêriya hilbijartinê rayên xwe zêde bike.

    Peymanêra Spûtnîk Kurdistan Gulnûş Ergul mijarên giring ên rojeva Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê ji şîroveger Fehîm Işik pirsî:

    Fehîm  Işik dibêje, Erdogan dibîne ku di hilbijartinan de  raya partiya wî  gelek dikeve,  ji ber wê jî dixwaze li Tirkiyê  aloziyek pêk were û bi vê yekê raya xwe bilind bike û her wiha di dema alozî û  şer de pelistonek sandiqan jî gelek bi hêsanî çê dibe. 

    Işik balê dikşîne ser wê yekê ku li Tirkiyeyê  hemû kes li benda provakasyenekî bû. Piştî buyera Agirî  Serokkomar  bi îsrar tevgera kurd sucdar dikir û li ser vê yekê gellek beyanên tund jî gotin.  Fehîm Işik dibêje: “Tirsa min ewe ku ji niha şunde hin tiştên nûh biceribînin provakasyonên nûh pêk bînin’’

    Işık  idia dıke ku pêvajoya çareseriyê heya hilbijartina  bê sekinandin: “ Piştî hevditinên Dolmabahçeyê, Rayedarên Hikûmetê  derbarê çareserkirina pirsgirêka kurd de tu gavên ber bi çav neavetin. Piştî hilbijartinê eşkereye ku li gor encama hilbijartinê wê gav bên avetin”. 

    Bi heman mijarî:

    Baluken: HDPê bendê derbas neke wê AKPê dest bi şer bike
    Mazhar Aktaş: `Êdî bila tu kes nebêje ziamnê kurdî bi pere nake`
    KCK: Artêşa Tirkiyeyê dixwaze dest bi şer bike
    Etîketan:
    Tirkîye, Kurdıstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de